Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin 2025-10-11 09:59:11 RIHA - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, hevrêya Hevrîn Xelefê ku şeş sal berê ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hat îşkencekirin û kuştin, got: "Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola hevrêya xwe Hevrînê hilînin." Şeş sal di ser kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê re derbas bûn. Hevrîn Xelef, di 12'ê Cotmeha 2019'an de, di roja sêyemîn a êrişên Tirkiyê, ligel komên paramîlîter ên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê, li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel heft kesên din hat girtin. Dîmen dema kuştinê û raporên bijîşkî eşkere kirin ku Hevrîn Xelef û hevalên wê hatine îşkencekirin û paşê hatine înfazkirin.    RAPORA OTOPSIYÊ   Li gorî rapora bijîşkî ya ku ji aliyê bijîşkê tiba edlî Taysîr El Meqdîsî ve li Nexweşxaneya Navneteweyî ya Malikiyê li Dêrikê hatiye amadekirin û ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve wekî çavkanî hat bikaranîn, Hevrîn Xelef beriya înfazê hatiye îşkencekirin û bi tundî hatiye derbkirin. Her wiha, lekeyên xwînê yên li cihê bûyerê û dewsa guleyan ên di wesayîta wê de nîşan didin ku ew bi zanebûn hedef hatiye girtin.    KUJER WEKÎ FERMANDAR HAT TAYÎNKIRIN   Ehmed el-Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yek ji fermandarên Ehrar El-Şeriye ku Hevrîn Xelef kuşt, bi wêneyên mezûnîyetê yên li ser medyaya sanal parve kiri, eşkere kir ku bi salan li Tirkiyeyê maye. Ehmed el-Hayis (Hatim Ebû Şeqra), endamê SMO'yê ku ji hêla Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi sûcên şer tê tawanbarkirin, di 5'ê Gulanê de ji hêla hikûmeta veguhêz a ku piştî hilweşandina rejîma Esed di 8'ê Kanûna 2024'an de li Sûriyeyê hat avakirin, wekî fermandarê Firqeya 86'an li Dêra Zor, Reqa û Hesekê hat tayînkirin. Biryara ku rastî şermezarkirina navneteweyî hat, nêzîkatiya hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê ya li hember kujerên kurdan û jinan jî diyar kir.   Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Perwîn Yûsifê têkildarî jiyan û têkoşîna hevrêya xwe Hevrîn Xelefê ji ajansa me re axivî.   Perwîn Yûsifê bal kişand ser windakirina jinekê ku ji bo azadiyê têkoşiyaye û xwe ji bo vê xwe feda kiriye û got: "Hevrîn Xelef, di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Dayika wê ew welatparêziyê mezin kir. Ji kêliya ku ew ji dayik bû ve, mafên wê yên wekî kurd û jinekê hatin paşguhkirin. Wê dest bi têkoşîna ji bo azadiya xwe, azadiya gel, edalet û wekheviyê kir. Ew qet teslîmî şert û mercên heyî nebû. Ew bi vê baweriyê jiya. Wê xwişka xwe jî di têkoşîna azadiyê de winda kir. Vê rewşê bandoreke kûr li ser jiyana hevrêya me Hevrînê kir."   'DI TÊKOŞÎNÊ DE PÊŞENG BÛ'   Perwîn Yûsifê anî ziman ku Hevrîn Xelef ji ciwaniya xwe ve bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna azadiya kurd bûye û yek ji pêşengên "Şoreşa Rojava" bûye û got: "Baweriya wê bi gelê wê û bi jinan hebû. Wekî kurdek, jinek û siyasetmedarek, ji bo azadiya gelê xwe şer kir. Beşdarî xebatên Rêveberiya Xweser bû. Di her aliyê jiyanê de ji bo avakirina meclis, komun û sîstema jiyana azad şer kir. Ji avakirina sîstema Rêveberiya Xweser bigire heta avakirina saziyên jinan, ew pêşeng bû. Heval Hevrîn di vê têkoşînê de roleke girîng lîst. Şoreş di bin pêşengiya heval Hevrîn û bi hezaran jinên mîna wê de mezin bû."   Perwîn Yûsifê destnîşan kir ku pergala Rêveberiya Xweser a ji aliyê jinan ve hatiye avakirin, ji aliyê DAIŞ'ê û bi taybetî jî ji aliyê komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve hatiye hedefgirtin û got: "Dema ku Serêkaniyê hat dagirkirin, heval Hevrîn çû Minbic, Reqa û Girê Sipî ku welatiyên ereb lê zede bûn û pêşengiya xebatên rêxistinî yên partiyê kir. Heval Hevrîn ji aliyê serokên ereb ve dihat naskirin û hezkirin. Wê karîbû her kesî tevlî têkoşînê bike. Niha, têkoşînek ji bo biratiya gelan dihat dayîn. Armanca heval Hevrîn avakirina yekîtî û tifaqê li Sûriyeyê bû. Ji ber vê sedemê, ew ji aliyê dijminên kurdan û dijminên mirovahiyê ve hat hedefgirtin."   Perwîn Yûsifê diyar kir ku hevpeymaniya ku gelê Sûriyeyê bi dest xistiye "zîhniyeta dagirker" têk biriye û got: "Armanca wan tunekirina jinên azad û îradeya gelê Sûriyeyê bû. Ji ber ku hevpeymaniya ku di navbera gelan de bi pêşengiya jinên kurd pêk hat, roj bi roj wan azad dikir. Ev yek dijminên mirovahiyê aciz kir û hevala me Hêvrîn bû hedef. Hêzên radîkal ên îslamî yên mîna Ehrar El Şerqiye ku beşek ji HTŞ'ê ne, tu têgehek azadiya jinan an azadiya gel nînin. Ew dixwazin tiştê ku li Şengalê kirin li her derê Sûriyeyê pêk bînin. Hatim Ebû Şekra jî ji ber ku bi vê zîhniyetê tevgeriya, di 'lîsteya terorîstan' de cih girt. Ebû Şekra niha wekî xelatek ji bo kiryarên wî yên nemirovane yên bi salan li Sûriyeyê di hikûmeta Şamê de ye."   Perwîn Yûsifê anî ziman ku tê xwestin ku Sûriye ji aliyê kesên mîna Ebû Şekra ve were birêvebirin û wiha domand: "Edalet li Sûriyeyê dê netemam bimîne heta ku kujerên hevala me Hevrîn neyên darizandin. Em ê heta ku Sûriyeyek demokratîk ava bibe, têkoşîna xwe bidomînin. Heval Hevrîn bi vê baweriyê şer kir û canê xwe feda kir. Wek hevalên wê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk li dijî kesên ku rê didin Ebû Şekra û çeteyên mîna wî ku Sûriyeyê bi rê ve bibin, tola heval Hevrîn hilînin."   MA / Sema Bîngol