KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin 2025-09-24 09:57:07   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê bertek nîşanî serdegirtina polîsan a bi ser saziyên Kurd ên li Fransayê da û got: “Têkoşîna demokratîk a gelê Kurd bi tu zextan nayê sekinandin.”    Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û hin malên taybet ên li bajarê Draguignan ê Fransayê daxuyaniyek da. KCDK-E'yê diyar kir ku serdegirtin yekser li hemberî gel û saziyên Kurdan hate kirin û got: “Ev kiryar li nirxên demokratîk nayên, ji aliyê pîvanên hiqûqa hemdem ve dibe sedema fikarên cidî.”   ‘EV HEWLDANA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Bi domdarî KCDK-E’yê destnîşan kir ku di dema serdegirtinê de sê kes hatine binçavkirin, ji bo îfadeyê jî bang li sê kesan hate kirin û wiha pê de çû: “Ev hewldanên ji bo krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan ne tê fêhmkirin ne jî tê qebûlkirin. Ev rêbazên ku dem bi dem li welatên cuda yên Ewropayê bi taybetî jî li Fransayê dikevin rojevê, ji aliyê civaka Kurd ve ji nêz ve têne şopandin. Beşên civakî yên berfireh piştgiriyê didin têkoşîna aştî û civaka demokratîk ku bi banga Rêber Apo tê meşandin. Destwerdanên polîsan ên di vê demê de ji bo Kurdên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin cihê fikaran e.”   KCDK-E'yê bang li polîs û rayedarên Fransayê kir ku tavilê dest ji van kiryarên antî-demokratîk berdin, bi gelê Kurd re li ser bingeha diyalogê nêzîkatiyê nîşan bide û wiha domand: “Têkoşîn û mafên demokratîk ên gelê Kurd nikarin bêne astengkirin; tu destwerdan wê nikaribe gelê me ji daxwazên wan ên mafdar vegerîne. Kurdistaniyên li Draguignanê bi xwedîderketina li saziyên xwe bersiv dan banga me û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan. Ev tevlibûn nîşaneya şênber a biryardariya gelê Kurd a ji bo xwedîderketina li maf û azadiya xwe ye.   BANG    Di serî de Fransa em bang li hemû dewletên Ewropayê dikin ku dest ji helwestên xwe yên li dijî gel û saziyên Kurdan berdin; piştgiriyê bidin karên demokratîk ên gelê me û atmosfereke cihê baweriyê biafirînin.”