Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin 2025-09-24 09:23:14   ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên Êlih ên ku li Bestayê beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî qirkirina ekolojiyê bûn, gotin: "Diviyabû heta qirkirina daran dihat rawestandin em li wir mabûyan."     Li Çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Bestayê yên Şirnexê, zêdetirî 5 sal in di bin çavdêriya leşkeran bi destê cerdevanan dar tên birîn. Di navbera 9-10'ê Îlonê de, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, şevekê nobed li dijî ekolojiyê ya li Bestayê hat girtin. Gelek kes ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê beşdarî nobedê bûn. Dayikên Aştiyê yên Êlihê yên tev li çalakiyê bûn, banga rawestandina birîna daran kirin.   Horî Acarê bi bîr xist ku li Bestayê daristan dar birîn û got: "Xwezaya me dişewitînin û talan dikin, darên me dibirin. Li Bestayê, li Licê û li Sasonê xwezayê talan dikin û dişewitînin. Çiyayên me dişewitînin. Hewl didin ku em serî bitewînin, lê me serî netewandiye û em ê netewînin. Tavilê daristanan rawestînin."   ‘BIRÎNA DAREKÊ Û MIRINA MIROVEKÎ/Ê EYNÎ TIŞT E'   Sûltan Azboyê diyar kir ku tevî pêvajoya tê meşandin jî talankirina xwezayê berdewam dike û got: "Ew behsa aştiyê dikin, lê daristanên me hîn jî tên qirkirin. Diviyabû em li dijî birîna daristanan li Bestayê bimana. Birîna darekê û mirina mirovekî/ê eynî tişt e. Li hember van hewldanên birîna daran bêdeng nemînin."   ‘TEHEMÛLA DAREKÊ JÎ NAKIN'   Şukran Dalê jî anî ziman ku bi salan e herêma Kurdistanê tê talankirin û got: "Ew naxwazin darek jî li ser axa me şîn bibe. Berê, gund dişewitandin û koçberî li mirovan ferz kirin. Niha ew daristanên me dibirin û dişewitînin. Divê dest ji xwezaya me, darên me û çiyayên me berdin. Tehemûla darekê jî nakin."