Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin 2025-09-23 11:02:46 NAVENDA NÛÇEYAN - 2 hezar û 541 îmzeyên ku înîsiyatîfên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de kom kirin, ji Sekreterê Giştî yê NY’ê, CPT, Konseya Yektiya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re hatin şandin.    Kampanyaya navneteweyî ya “I Want to Visit Ocalan / ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’” ku li seranserî Sûriyeyê ji hêla Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ve di 20’ê Tebaxê de hatibû destpêkirin, di 10’ê Îlonê de bi dawî bû. Înîsiyatîfan, di 21’ê Îlonê bi daxuyaniyekê aşkera kirin ku 2 hezar û 541 îmze hatine komkirin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur da zanîn ku wan di 22’yê Îlonê de îmzeyên hatine komkirin weke name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Serokatiya Konseya Yekitiya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyeyê re şandine.