Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin 2025-09-23 10:07:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîna “konserê” hate vekirin. 13 kes di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn, bi sedema “Bi lêçûnên konserên di navbera salên 2021-2024’an hatine lidarxistin re zirar dane cemaweriyê” hate vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de operasyon hate kirin û di operasyonê de 13 kes hatin binçavkirin.