NY bi rojeva Filistînê dicive 2025-09-22 13:17:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna destpêkê ya serdema 80’emîn a Lijneya Giştî ya NY’ê li New Yorkê bi rojeva Filistînê dicive.    Civîna destpêkê ya serdema 80’emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê di 23’yê Îlonê de li New Yorkê bê lidarxistin. Îro jî dê li New Yorkê bi pêşengtiya Fransa û Erebistana Siûdî konferanseke navneteweyî ya bi naveroka çareserkirina pirsgirêka Filistînê were lidarxistin.    Tê payin ku ji Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas ku DYA’yê vîze nedayê, bidîmen tev li Lijneya Giştî ya NY’ê bibe.    Lijneya Giştî, demekî kin piştî biryara naskirina dewleta Filistînê ya Ingilistan, Kanada, Awûstralya û Portekîzê tê lidarxistin. Ji bo çareseriya du dewletiyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Prensê Velîaht ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Salman xebatên dîplomatîk dabû destpêkirin û civîna ewil jî di 28-30’ê Tîrmeha 2025’an de hatibû lidarxistin.    'HERÎ KÊM 11 FILISTÎNÎ HATIN QETILKIRIN’   Di demeke Lijneya Giştî ya NY’ê li New Yorkê bi rojeva Filistînê dicive de êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê jî didomin. Li gorî nûçeya Al Jazeerayê; di êrişan de herî kêm 11 Filistînî hatin qetilkirin.    Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha di êrişên Îsraîlê de herî kêm 65 hezar û 283 Filistînî hatine qetilkirin û 166 hezar û 575 kes jî birîndar bûne. Cenazeyên bi hezaran kesan di bin kavilan de ne.