Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike 2025-09-21 10:40:00 STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên têkildarî “Mafê hêviyê” nirxand û got: “Mîna li Azerbaycanê divê li Tirkiyeyê jî biryarên mueyîdeyan bidin.”     Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 15-17’ê Îlonê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya “Mafê hêviyê” ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan dabû, nirxand. Komîteyê, di daxuyaniya xwe ya 18’ê Îlonê de ji Tirkiyeyê xwest ku herî dawî heta dawiya Hezîrana 2026’an têkildarî mijarê agahiyan bide. Komîteyê, got ku Tirkiye dikare di çarçoveya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de van sererastkirinên yasayî bike.    'BIQASÎ TÊ XWESTIN ZEXT LI SER NAYÊ KIRIN’    Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, biryarên komîteyê nirxand û got: “Komîte, di mijara guhertina yasayan de zelal e û vê bi aşkerayî dibêje. Di vir de tişta kêm ew e ku ji bo cîbicîkirina biryarê mekanîzmayên pêwîst nade xebitandin. A girîng ew e ku ji bo cîbicîkirina van biryaran bikevin nava hewldanan. Biryar girtine rojeva xwe ev girîng e lê ji bo cîbicîkirina biryarê, biqasî tê xwestin zextan nake.”    ‘HEVSENGIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE ESAS GIRTIN’    Çakmak, bi domdarî got: “Komîteyê bal kişand ser komîsyona li Meclisê û sedema vê jî polîtîk in. Li şûna ku tevdîrên xurtir bigire, bal kişand ser meclisê. Ji bo sererastkirinên yasayî mesele hewaleyî meqameke ne berpirsyar kir. Komîteyê hevsengiyên bi Tirkiyeyê re li ber çavan girt. Heke biryarên DMME’yê neyên cîbicîkirin, der heqê welatê endam de dikare mueyîde bên ferzkirin. Endamên konseyê carnan ji ber dînamîkên navxweyî di mijara cîbicîkirina biryaran de xwe paşve dikişînin lê dema rastî mueyîdeyên DMME’yê tên, neçar dimînin ku pêk bînin. Mueyîdeya herî giran jî derxistina ji endamtiya Konseya Ewropayê ye. Piştî biryara navberê ya derxistia ji konseyê, Azerbaycan neçar ma ku biryarên DMME’yê bicih bîn. Ji vî alî ve pêvajoya herî giran a tevdîran Azerbaycanê jiya. Di rewşekî wiha de biryareke wiha ya komîteyê, tenê ji bo dirêjkirina pêvajoyê ye. Divê mîna der heqê Azerbaycanê de, der heqê Tirkiyeyê de jî biryaran bigire da ku mafê hêviyê cîbicî bike.”    MA / Omer Îbrahîmoglû