Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin 2025-09-20 14:23:21   RIHA - Siyasetmedar Îbrahîm Ayhan di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de soza domandina têkoşîna wî hat dayîn.   Siyasetmedar Îbrahîm Ayhan di 7'emîn salvegera mirina xwe de li Goristana NATO ya Sêweregê li ser gora xwe hat bîranîn. Malbata Ayhan, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî bîranînê bûn.   Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat berzkirin. Piştî rêzgirtinê, biraziya Ayhan, Fatoş Ayhan, helbestek ku wê ji bo bîranîna Îbrahîm Ayhan nivîsandiye xwend. Piştre Hevserokê DEM Partiyê ya Rihayê Nihat Demirbileklî axivî û diyar kir ku ev di heman demê de salvegera kuştina rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter ê ji aliyê JÎTEM'ê hat qetilkirin e jî. Demirbileklî anî ziman ku Ayhan di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê kurd û hemû gelên bindest têkoşiyaye û got: "Ew bi ruhê hevaltiyê têdikoşiya. Em ê qet ji bîr nekin. Em di şexê Îbrahîm Ayhan de hemû şehîdên demokrasiyê yên li Kurdistanê bi bîr tînin. Li ser gora wî, em soz didin ku em ê heta dawiya jiyana xwe ji bo xeyalên wan bitêkoşin."    Di dawiyê de, Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku Ayhan qet dev ji têkoşîna xwe ya jiyanî bernedaye û ew bi têkoşîna xwe ya ji bo gel tê nasîn û hezkirin. Şenyaşar got: "Em ê dest ji têkoşîna parlamenterê xwe Îbrahîm Ayhan bernedin. Em vê têkoşînê bi gelê xwe re di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bimeşînin. Em li ser gora wî soz didin: em ê heta ku aştiyek birûmet pêk were bidomînin."   Piştî axaftinan, qurnefîl li ser gora Ayhan hatin danîn. Gora Zekiye Ayhan (Dayika Zeko) ku di heman demê de wekî Dayika Aştiyê xebitî û vê dawiyê koça dawî kir û li kêleka Ayhan hat veşartin, hat ziyaretkirin û qurnefîl li ser gora wê jî hatin danîn.