Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin 2025-09-20 14:12:54   STENBOL- Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Îbrahîm û Edip Çelîk ku ji aliyê Hizbullahê ve hatin windakirin, daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de îşaret bi bivênevêbûna avakirina komîsyonên heqîqetê hat kirin.   Dayikên/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û doza darizandina kiryaran dikin, çalakiya xwe ya 1069'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin kom bûn. Vê hefteyê, Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm û Edip Çelîk ku 31 sal berê li Êlihê winda bûn, pirsin. Daxuyaniya çapemeniyê ya çalakiyê ji hêla Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Jiyan Tosûnê ve hat xwendin.   Jiyan Tosûnê destnîşan kir ku Mirovên Şemiyê hîn ji bo diyarkirina aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin mekanîzmayeke çareseriyê ya bibandor tune ye û got: "Îro, em dubare dikin: Heta ku rastî neyê eşkerekirin, edalet pêk nayê. Ne tenê xizmên windayan, di heman demê de civak jî divê bizanibe ka çi bi serê kesên ku di binçavan de winda bûne hatiye û yên ku ji me li pey xwe hiştine çi dijîn. Ji ber vê sedemê, avakirina Komîsyonên Heqîqetê êdî pêdiviyek e ku nayê taloqkirin."   Paşê Jiyan Tosûnê, awayê qetilkirina İbrahim û Edîp Çelîk ên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin qetilkirin vegot.   Jiyan Tosûnê diyar kir ku wan vê hefteyê ji bo zelalkirina aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelîk ên ku ji aliyê Hîzbûllahê ve ji malên wan ên li Êlihê hatine girtin û windakirin, çalakî li dar xistine û ev tişt gotin: “Serlêdanên Merese Çelik ji bo cihê kur û mêrê xwe bê encam man. Ji wê rojê ve 31 sal derbas bûn; tevî hemû serlêdanan jî lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û sûcdar hatine parastin, zincîra bêcezatiyê berdewam kiriye. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ji bo Îbrahîm Çelik û Edip Çelik, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û ji her kesî re bibîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere."   Çalakî piştî ku qurnefîl li qadê hatin danîn bi dawî bû.