ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-20 09:00:39     * Parêzer Rengîn Ergulê diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, têkildarî "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de, îşaret bi komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kiriye û got: "Hêviya me ew e ku komîsyon qanûneke  der barê 'mafê hêviyê' de ku her kesî dihewîne amade bike."    * Dayika Başak Gurkanê ku ji aliyê Barış Arslan û bavê wî ve bi hovane hat kuştin got, "Ji bo nefeqeyê nedin li ber çavên ew bi hovane qetilkirin" û banga edaletê kir.    * Gundiyên Çarbourê yên ku ji ber bendavê koçber bûne, nikarin ava vexwarinê peyda bikin. Keyayê gund serî li rayedaran da û xwest ku pirsgirêkên wan ên çop û avê tavilê bên çareserkirin.   * Gulistan Demîr, dayika girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr ku rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe, wiha pirsî: "Heta ku girtiyên nexweş neyên berdan, aştî nayê vê axê. Dema ku girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin, dê aştî çawa were?"   * Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve).    * Mûsa Anter, dê di 33'yemîn salvegera etilkirina xwe de li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn. (11.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)   * Dê li Enqere û Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş de çalakî bên lidarxistin. (13.30)