DYA’yê cara 6’an pêşnûmaya agirbestê ya ji bo Xezeyê veto kir 2025-09-19 10:28:52 NAVENDA NÛÇEYAN - DYA’yê cara 6’emîn pêşnûmaya bi daxwaza agirbesta lezgîn û mayinde û berdana dîlgirtiyan a ji bo Xezeyê, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) red kir.    Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de pêşnûmeya biryarê ya rewşa însanî ya li Xezeyê weke “karesat” pênase dike, bang li Îsraîlê dike ku hemû astengiyên li pêşiya alîkariyan bên rakirin, banga agirbesteke lezgîn û mayinde dike û daxwaza berdana hemû dîlgirtiyan dike, cara 6’an veto kir.    Endamên NY’ê bertek nîşanî DYA’yê dan.