ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir? 2025-09-17 09:02:41   AMED - Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e, ragihand ku ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ji wî pirsiye ku "Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?" Parêzer Veysî Atmaca got: "Divê girtiyên nexweş ji însafa ATK'ê re neyên hiştin."    Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû ku ji sedî 94 astengdar e û di lîsteya girtiyên nexweşînên wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, xirab dibe. Nebîoglû ku di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de ye, parêzerê wî Veysî Atmaca demeke berê ji bo berdana wî, serî li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê dabû. Piştî dadgehê daxwazê red kir, serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) hat dayîn. ATK'ê jî, di 15'ê Tebaxê de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da.    Parêzer Veysî Atmaca ku têkildarî rapora ATK'ê axivî, parve kir ku ATK'ê ji muwekîlê wî pirsiye ku "Madem nexweşîna te ya kronîk heye te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir, çi karê te li wir hebû?"   ‘XETEREYA JIYANÎ'   Atmaca ragihand ku Nexweşxaneya Herêmê ya Antalyayê der barê muwekîlê wî de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye û got: "Nexweşxaneyê biryar da ku ew astengdar e û nexweşîna wî ya gurçikê ya kronîk xetereyeke jiyanî dide der. Tevî vê yekê jî, Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê biryara berdanê neda. Ji ber vê me serî li ATK'ê da. Lê belê, ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da."    'ATK, BIRYARÊN SIYASÎ DIDE'   Parêzer Atmaca bal kişand ser pirsên ku ji muwekîlê wî hatine kirin û got: "Bi salan e em dibêjin ku ATK biryarên siyasî dide. Diyaloga di navbera muwekîlê min û ATK'ê de mînaka herî bebriçav a vê yekê ye. Gava ez çûm cem wî, ez pê hesiyam ku ATK'ê pirsên li derî nexweşîna wî jê kirine. ATK'ê jê pirsiye 'Madem nexweşîna te ya kronîk heye te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir? Çi karê te li wir hebû?'Ev ne ew pirs in ku ATK bipirse. Piştî van pirsan ATK'ê biryareke neyînî da. Ev helwesta ATK'ê, li dijî rêgezên bingehîn ê hiqûqê ne. Ev nîşan dide ku biryarên siyasî dide û li ser sonda Hîpokratê nasekine. Ev biryar, biryareke li derî tibê ye. Nexweşxaneyên Antalya û Êlihê raporên 'nikare di girtîgehê de bimîne' dane, lê ATK'ê ew berneda."    ‘DIVÊ TAVILÊ GAV BÊN AVÊTIN'   Atmaca destnîşan kir ku ATK bi biryarên siyasî berdana girtiyên li ber mirinê asteng dike û got: "Tekane tişta ku divê ATK bike, bi awayekî zanistî rewşa girtiyan bide der. Kesekî ji sedî 94 astengdar, her du gurçikên wî xera bûne û divê rojê du caran biçe nexweşxaneyê bi hinceta 'gumana revê' nayê berdan."    ‘DIVÊ GIRTÎ JI ÎNSAFA ATK'Ê RE NEYÊN HIŞTIN'   Atmaca anî ziman ku Nebîoglû ji zû de girtiye û got: "7 sal û 3 meh cezayê wî yê di pêvajoya darizandinê de, li ber qedandinê ye. Ceza bê pesendkirin jî, piraniya wê razaye. Darizandina bi awayekî girtî, tevdîrek e. Lê rewşeke bi vî rengî ya muwekîlê min tune ye. Yanî nikare bireve. Divê tavilê bê berdan û li derve bê dermankirin."    Atmaca destnîşanî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: "Ji gavên divê tavilê bên avêtin yek jê jî, berdana girtiyên nexweş e. Dewletê heya niha tiştek nekiriye. Tavilê divê ATK bê kontrolkirin û girtiyên nexweş ji înfasa ATK'ê re neyên hiştin."    DER BARÊ NEBÎOGLÛ DE   Emrah Nebîoglû (33), di çalakiyên protetsokirina êrişên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser Kobanê de ji serê xwe gule xwar û felcî bû. Paşê der barê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin û 7 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Nebîoglû berî ku bê girtin, 3 caran emeliyat bûye. Ji ber birîndariyê milê wî yê çepê û nigê wî yê çepê bi temamî felcî bûne. Nebîoglû ku bêyî alîkariyê nikare bimeşe, nexweşîna gurçikan û tansiyona zêde pê re hene.    Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê, di 25'ê Kanûna 2019'an de rapora ji sedî 94 a astengdariyê da Nebîoglû. Nebîoglû ji ber cezayê lê hat birîn, di sala 2022'yan de hat girtin û ew birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê. Di sala 2022'yan de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Antalyayê jî raporeke bi heman regî da wî. Lê tevî van raporan jî, Nebîoglû nayê berdan. Dosyeya Nebîoglû hê jî li Dadgeha Bilind e.    MA / Fethî Balaman