Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide 2025-09-09 12:08:53 ENQERE - Prof. Victor Wallis ê DYA’yî bi peyamekê piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Sosyalîzma demokratîk û aştiyane ya Ocalan ku pêşniyar dike em fikr û jiyana xwe ekolojîk bikin, hêviyê dide hemû tevgerên dij-kapîtalîst ên cîhanê.”    Piştgiriya navneteweyî ya ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Zanyarê siyasetê, nivîskar, akademîsyen û aktîvîstê DYA’yî Prof. Victor Wallis jî piştgiriya xwe ragihand. Profesero Wallis ku yek ji pêşengên sosyalîzma ekolojîk e, ji DEM Partiyê re peyamek şand û piştgirî da banga dîrokî.    Wallis, di peyama xwe de wiha got: “Ez, piştgiriyê didim banga Abdullah Ocalan û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Pirsgirêka Kurd, mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev rewş ne tenê yekser zirarê dide mexdûran, di heman demê de zirarê dide tevahiya civakê. Çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, dê bandoreke erênî li ser jiyana her kesên li Tirkiyeyê dijîn bike. Li hêla din; sosyalîzma demokratîk û aştiyane ya Ocalan ku pêşniyar dike em fikr û jiyana xwe ekolojîk bikin, hêviyê dide hemû tevgerên dij-kapîtalîst ên cîhanê. Ez hemû kesên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk têdikoşin bi piştevaniyê silav dikim.”    WALLIS KÎ YE?   Viktor Wallis, di sala 1938’an de ji dayik bû û niha di Beşa Huner û Zanistên Lîberal a Koleja Muzîkê ya Berkleeyê de dixebite. Wallis, bi berhema xwe ya Red-Green Revolution (Şoreşa Ekolojîk-Sor) tê naskirin. Wallis, ji sala 1997'ê heta 2017'ê jî gerînendeyê giştî yê weşanê yê kovara Socialism and Democracy’ê bû.