MYK’a DEM Partiyê civiya 2025-09-08 10:56:36 ENQERE - Endamên MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re, zextên ser muxalefetê û geşedanên din ên di rojevê de civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Di civînê de dê geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirî, zextên ser muxalefetê û geşedanên din ên di rojevê de binirxîne.    Di rojeva MYK’ê de her wiha geşedanên di rojevê de, 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, polîtîkayên qirkirina ekolojiyê û bernameya DEM Partiyê ya meha Îlonê jî hene.