Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû 2025-09-08 10:01:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Hesenkelehê ya Erziromê banê malekê tebiqî. Di bûyerê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayika wan jî bi giranî birîndar bû.    Li Taxa Porsukê ya navçeya Hesenkelehê ya Erziromê banê xaniyekî tebiqî. Di bûyerê de zarok jî di nav de 6 kes di bin kavilan de man. Li cihê bûyerê komên AFAD, cendirme û tenduristiyê hatin sewqkirin.    Dayikek û 2 zarokên wê ji bin kavilan hatin derxistin û rewşa wan giran bû. 3 kesên din jî bêyî birîndar bibin rizgar bûn. Welatiyên birîndar piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê.    Ji xwişk-birayên birîndar Kerîmhan Kara (6) û Sûdenaz Kara (11) tevî mudaxileyê jî nehatin rizgarkirin. Tedawiya dayika wan ku bi giranî birîndar bûye jî didome.