Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn 2025-09-07 16:22:14   ENQERE - Endamê HPG’ê Tamer Koç ku li Gareyê jiyana xwe ji dest dabû, li Enqereyê hat bibîranîn.    Endamê HPG’ê Tamer koç (Mîhralî Yilmaz) di 14’ê Çileyê de li Garê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Koç, li Enqereyê bi merasîmekê hat bibîranîn. Malbata Koç, li Taxa Yenîmahalleyê şîn danî û serdanên ji bo şînê berdewam in. Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo bîranîna Koç, li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajar merasîma bîranînê li dar xist.    Li eywana bîranînê wêneyê Koç hat danîn û beşdaran bi qurnefîlan xemiland. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bi dawîbûna rêzgirtinê re girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştre jî sînevîzyoneke jiyan û têkoşîna Koç vedibêje hate pêşandan.    Dayika Koç, Munube Koç piştî pêşandana sînevîzyonê axivî û spasiya beşdaran kir. Munube Koçê got: “Ji min re got; ‘dayê piştî ez şehîd bibim li ber çavê dijmin hesiran nebarînê.’ Min jî soza xwe pêk anî.”   Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak jî di bîranînê de got ku bi saya têkoşîna cangoriyan pêvajo dest pê kiriyê û ev tişt anî ziman: “Divê em jî bi têkoşîn û xebata xwe hêjayî wan bin. Ji bo em bibin hêjayî wan bin, divê em her seat û deqeyê bixebitin. Yên romanan dinivîsin bila li ser jiyana wan romanan, yên dikarin helbestan binivîsin jî bila helbestan binivîsin. Da ku têkoşîna wan derbasî nifşên nû bibe.”    Bîranîn bi axaftina beşdaran domiya.