Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin 2025-09-07 10:40:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa Rûsyayê ya li dijî paytexta Ûkraynanê Kîevê de yek jê pitik bi giştî 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.    Rûsyayê, duh di tevahiya şevê de bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (ÎHA) û fuzeyan êrişî paytexta Ûkraynayê Kîevê kir. Şaredarê Kîevê Vitaly Klitschko, da zanîn ku di encama êrişan de li Herêma Svyatoshynskyê pitikek û jineke ciwan jî di nav de herî kêm 2 kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku li Semta Darnytskyi’yê jî jinekê di stargehê de jiyana xwe ji dest daye.    Serokwezîra Ûkraynayê Yulia Svyrydenko, da zanîn ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de cara ewil e avahiya Desteya Wezîran hedef hatiye girtin û zirarekê mezin gihiştiyê. Hat ragihandin ku li derveyî avahiya Desteya Wezîran jî xisar gihiştiye gelek avahiyan û mudaxileyî şewatê hatiye kirin. Serokê Îdareya Leşkerî ya Kîevê Timur Tkaçenko jî got; “Rûs, bi zanebûn tesîsên sivîlan hedef digirin” û bang li welatiyan kir ku ji stargehên xwe dernekevin.    ZÊDETIRÎ 800 ÎHA Û FUZE HATIN AVÊTIN    Hêzên hewayî yên Ûkraynayê dan zanîn ku di şeva dawî de zêdetirî 800 ÎHA û fuze ji hêla Rûsyayê ve hatine avêtin. Rûsyayê têkildarî êrişên bi ÎHA û fûzeyan tu şîrove nekir. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku hêzên wan li herêmên cuda yên Rûsyayê 69 ÎHA’yên Ûkraynayê xistine yan jî asteng kirine.    Rûsyayê, di Sibata 2022’yan de li dijî Ûkraynayê êrişeke dagirkeriyê ya berfireh da destpêkirin. Moskov, li gel girava Kirima başûr ku di sala 2014’an de îlheq kiribû, niha ji sedî 20’ê xaka Ûkraynayê kontrol dike.