Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin 2025-09-05 19:36:57   AMED - MED-DER'ê belgeyên zarokên ku mezûn bûn dan wan û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), belgeyên serkeftinê dan zarokên ku qursên kurdî kuta kirin. Zarok tevî malbatên xwe beşdarî çalakiyê bûn.    Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû ku li vir axivî, destnîşan kir ku divê xwedî li zimanê dayikê bê derketin û got: "Ziman, faktora herî girîng a jiyana me ye. Her gel bi zimanê xwe heye, em jî bi zimanê xwe hene. Zarokên me roj bi roj ji zimanê xwe û çanda xwe dûr dikevin. Lewma divê em xwedî li zimanê xwe, nasnameya xwe û çanda xwe xwedî derkevin."    Paşê helbestvan û nivîskar Mûsa Şanak axivî Şanak jî bal kişand ser girîngiya ziman û helbesta xwe ya bi navê "Wa Pîrozbin Tevlî Me" xwend.    Bername bi kilamên dengbêjan û govendgerandinê bi dawî bû.