Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da 2025-08-28 12:19:56 SEMSÛR - Mûstafa Ugur ê ku dema li Midûriyeta Emniyetê ya Semsûrê binçavkirî û hatibû îdiakirin ji qata duyemîn a avahiya Emniyetê ketiye xwarê, jiyana xwe ji dest da.   Mûstafa Ugur (32) ê ku li Semsûrê hatibû binçavkirin û hatibû îdiakirin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Semsûrê ji qata duyemîn ketiye xwarê, jiyana xwe ji dest da. Ugur ê ku bi giranî birîndar bû û sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê hate kirin. Rexmê midaxileya bijîşkan jî Ugur jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ugur rakirin morga nexweşxaneyê.   Lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin, didome.