Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin 2025-08-26 13:19:16   MÛŞ - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Milazgirê axivî û têkildarî pêvajoya heyî got: “Her ku Tirkiye di rêya çareseriyê de be dê sabotaj jî zêde bibin. Lê çi bikin jî dê vêcarê nekarin bi ser kevin.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Milazgir a Mûşê tev li torenê bû. Erdogan, têkildarî pêvajoyê axivî û got gel bi baldarî û bi hêvî pêvajoyê dişopîne. Erdogan, diyar kir ku hin alî jidil piştgiriyê didin pêvajoyê û hin alî jî hewl didin bi rojevên bêeleqe pêvajoyê jehrî bikin û got: “Her ku Tirkiye di rêya çareseriyê de be dê sabotaj jî zêde bibin. Lê çi bikin jî dê vêcarê nekarin bi ser kevin.”    ‘TEMÎNAT TIRKIYE YE’    Erdogan, anî ziman ku ew li herêmê aştiyeke mayinde dixwazin û ev tişt anî ziman: “Mîna hemû xwişk-birayên me yên li Sûriyeyê, temînata ewlehî, aramî û hizûra Kurdan jî Tirkiye ye. Yên berê xwe didin Enqere û Şamê dê bi ser kevin. Em dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalog û dîplomasiyê çareser bibin. Tirk, Ereb, Kurd û gelên din dê heta qiyametê bi hev re bijîn. Dema yên xwe bi xwîna Misilmanan xweyî dikin ser dika dîrokê htain xwarin, em ê dîsa li vir, li Milazgirê bin. Em ê bi hev re stranên xwişk-biratiyê bibêjin.”