Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin 2025-08-25 11:15:59 ENQERE - Tura nû ya hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê di 26’ê Tebaxê de li Cinevê dest pê bike.  Tura nû ya hedîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê ku di navbera Îran û Ingilistanê û Almanya û Fransayê de hatine destpêkirin, dê di 26’ê Tebaxê de li bajarê Cinevê yê Swîsreyê bê lidarxistin. Li gorî agahiyên televîzyona dewletê ya Îranê ragihand, hevdîtin dê di asta cîgirên wezîrên karên derve bên kirin û rageşiya di navbera aliyan de û pêşeroja peymanên nukleerî bên gotûbêjkirin.