ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-25 09:00:09   * Mafên werzîş, sihbet û hevdîtinên ziyaretvanan ên girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kocaeliyê bi hinceta “hejmara kêm a personelan” tên astengkirin. Pirtûk jî bi hinceta “fikaredar e” tên desteserkirin.    * Sekreterê Giştî yê Partiya Sor Onur Emre Yagan diyar kir ku bisînorkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re zirarê dide pêvajoyê û got: “Divê şert û mercên ku bi Abdullah Ocalan re bi awayekî azad nîqaş bên kirin werin avakirin.”    * Nameya Zekî Bayhan ku bi destpêkirina pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd re sewqî Girtîgeha Îmraliyê hate kirin a têkildarî tecrîdê li sê zimanan hate wergerandin. Name, ji hêla kovara Feminîst Asylumê ve bi 4 zimanan hate weşand.    * Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara diyar kir kul tê xwestin dijminatiya li hemberî jinan jinûve were dîzaynkirin û got: “Girîng e ku têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad bi awayekî herî xurt were birêxistinkirin.”    * Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî cezayê li tîma wan hatiye birîn dan û gotin: “Li dijî cezayên hatine dayin em ê her tim bi tîma xwe re bin. Em ê serî netewînin.”    * Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDÎ   * Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê dê ji bo Nana Babazade ku tê xwestin were dersînorkirin, li Meydana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (12.30)