Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike 2025-08-24 12:57:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser, têkildarî biryara Hikûmeta Demkî ya Şamê ku bi hinceta “ewlehiyê” dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinê neke, diyar kir ku hewldana ji bo rewakirina siyaseta înkarê ye.    Hikûmeta Demkî ya Şamê ragihand ku dê di meha Îlonê de “hilbijartinên parlamentoyê” li dar bixin û got: “Ji ber ewlehiyê dê hilbijartin li Siwêyda, Heseke û Reqayê neyê kirin.” Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya hikûmeta demkî daxuyanî da.    ‘LI DIJÎ ARMANCÊN ŞOREŞÊ YE’     Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got: “Piştî hilweşîna rejîma Esed heta roja îro; ji Konferansa Diyaloga Neteweyî, avakirina hikûmeta demkî, ragihandina Danezana Destûrê û ragihandina hilbijartinên parlamantoyê hemû gav li dijî armancên şoreşa Sûriyeyê bûn. Armanca şoreşa Sûriyeyê pêkanîna edalet, demokrasî, wekhevî û azadiya ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bû. Sûriyeyiyan di oxira bidestxistina mafên hemwelatîbûna rastîn, bi taybet mafên namzetbûnê ji bo xebat û denganê di hilbijartinên azad û şefaf de canê xwe feda kir. Lê belê, em dibînin ku dîrok xwe dubare dike û ev maf careke din ji hemû Sûriyeyiyan tê standin. Ji ber ku ev hilbijartin nedemokratîk in û bi tu awayî îradeya gelê Sûriyeyî nîşan nadin. Ji bilî berdewama marjînalîzekirin û dûrxistinê ku Sûriyeyî di 62 salên borî de di bin desthilatdariya Baas´ê de kişandine, tiştek din temsîl nakin.   JI NÎVIYÊ ZÊDETIRÎ SÛRIYEYIYAN LI DERVE TÊN HIŞTIN    Lidarxistina qaşo hilbijartinan di vê demê de dûrxistina nîvê Sûriyeyiyan ji vê proseyê ye, çi bi rêya koçberiya bi darê zorê be, çi jî bi rêya polîtîkayên sîstematîk ên ku armanc dikin pêşî li beşdarbûna hemû pêkhate û hêzên çalak di şekildana pêşeroja welêt de be, bigirin. Ev dûrxistin bi serê xwe delîleke biguman e ku qaşo hilbijartin gaveke şeklî ne û bersiva daxwazên çareseriya siyasî ya berfireh ku pêdiviya Sûriyeyan e, nadin.   REWAKIRINA SIYASETA ÎNKARÊ YE    Em dixwazin destnîşan bikin ku binavkirina herêmên me wekî ‘ne ewle’ ya ji bo rewakirina siyaseta înkarkirina zêdetirî 5 milyon Sûriyeyî, ne rast e. Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî herêmên din ên Sûriyeyê ewletir in. Em wek beşek yekgirtî ya Sûriyeyê û gelê wê ne, em her tevdîr an biryarek ku bi zihniyetek yekalî ku qurbanî û mafên rewa yên hemû pêkhateyan paşguh dike, red dikin.    BANG LI NY’Ê KIR   Em ê bi pêkanîna tu biryareke ku di çarçoveya vê rêbaza dûrxistinê de hatiye dayîn re eleqedar nebin û em ê van hilbijartinan wekî girêdayê gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, nebînin. Em bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van hilbijartinan, ku bi biryara 2254 ‘re nakok in, nas nekin.   ÇARESERÎ NE DUBAREKIRINA KIRYARÊN BERÊ YE   Di dawiyê de, em careke din diyar dikin ku çareseriya li Sûriyeyê bi dubarekirina polîtîkayên berê pêk nayê, berevajî bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku hemû Sûrîyeyî, bêyî ku li girêdayîbûn û îradeya wan a azad binêrin, beşdar bibin, pêkan e. Da ku em Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ku mafan garantî bike û asoyên aştî û aramiyê veke, ava bikin."