Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin 2025-08-18 09:10:59 QERS - Dê serpêhatiya Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Ûzûn a li sirgûnê wek lîstikek şano bi navê “Sirgûn: Rîşa Pûç” di 14’ê Îlonê de bê lîstin. Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Ayhan Erkmen got: “Ez ê bi performansa xwe ve qala sê rewşenbîran bikim û deynê xwe yê bo wan bidim” û kesên hunerhez vexwende promiyera lîstikê.     Lîstika “Sirgûn: Rîşa Pûç” a ku çîrokbêj û nivîskar Ayhan Erkmen der heqê jiyana Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Uzun a sirgûnê de nivîsandiye, dê 14’ê Îlonê de bê lîstin. Lîstika ku derhêneriya wê Sabrî Ejder Ozîç dike, qala rojên sirgûna Celadet Elî ya li Şamê, sirgûna Erebê Şemo ya li Sîbîryayê û rojên nexweşiya Mehmet Uzun ên li Stockholmê û vegera wî ya welat dike. Dê promiyera lîstika yekkesî li Kadikoy a ku Celadet Elî Bedirxan lê ji dayik bûye û heta salên 20’î lê jiyaye dê çêbe.      Lîstikvan û nivîskarê lîstikê Ayhan Erkmen, qala lîstik û bendewariya xwe ya ji lîstikê kir.    SERBORIYA SÊ REWŞENBÎRÊN KURD A LI SIRGÛNÊ   Erken, wiha axivî: “Dîroka sirgûnê bi dîroka mirovahiyê re heman e. Di destpêka dîroka mirov de sirgûn hebû. Qurbaniyên sirgûnê di salên dawî de kesên rewşenbîr in. Rewşenbîr wijdana gel in li dijî zilma li ser gel rewşenbîr bertek nîşan didin û di nava civakê de hestyariyê çêdikin. Ji ber vê dema desthilat, bixwazin civakê tune bikin berê êrîşê rewşenbîran dike. Rewşenbîrên ku ji xwe ji mirin û girtîgehan rizgar dikin ji neçarî berî didin sirgûnê. Sirgûn fena penceşêrê mirov dihelîne. Di lîstika yekkesî de min xwest jiyana sirgûna Mîr Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Uzun bînim ziman. Ev lîstik di esasê xwe de hemû sirgûna vedibêje lêbelê herî zêde rewşenbîrên Kurd rave dike.”   DÊ LI SÊ BAJARAN BÊ NÎŞANDAN    Erkmen, diyar kir ku lîstik di encama lêkolînên demdirêj de hatiye nivîsandin û ev tişt got: “Min berhemên Mîr Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Uzun û berhemên der heqê wan de xwend. Ez bi kesên ku wan nas dike re axivîm. Mînak ez bi keça Mîr Celadet Elî Bedirxan Sînemxanê re, bi hevalên Mehmet Uzun e û li Ermenistanê bi kesên ku Erebê Şemo nas dike re axivîm. Dê promiyera lîstikê li Kadikoy a ku Celadet Elî Bedirxan lê ji dayik bûye be nîşandan, piştre dê li Qersê û li Mêrdînê bê nîşandan. Em di 14’ê Îlonê de li Kadikoyê ji bo beşdariya promiyerê benda her kesî ne.”   MA / Adnan Bîlen