Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn 2025-08-10 13:14:53    WAN - Li Navenda Kargehan a Ovayê ya li navçeya Rêya Armûşê şewat derket û zirareke mezin gihişt 4 dikanan.    Li Navenda Kargehan a Ovayê ya li Taxa Bahçivanê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Komên agirkujiyê tavilê mudaxileyî şewatê kirin û piştî xebateke 2 saetan şewat vemirandin. Di şewatê de ziyaneke mezin gihişt çar dikanan.    Têkildarî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.