Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket 2025-08-10 11:39:21   STENBOL - Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket û bi mudaxileyê hate vemirandin.    Di avahiyeke 13 qat ê li Kolana 2040’ê ya li Taxa Fevzî Çakmak a li navçeya Bagcilar a Stenbolê ji ber sedemên nediyar şewat derket. Piştî agahdakirina welatiyên li derdorê, li cihê şewatê komên agirkujî û tenduristiyê hatin veguhestin. Komên agirkujiyê, welatiyên di avahiyê de asê mabûn tehliye kirin. 2 welatiyên ji dûkolê bibandor bûn, ji hêla komên tenduristiyê ve mudaxile lê hate kirin.    Şewat, piştî mudaxileya komên agirkujiyê hate vemirandin.