'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e' 2025-08-08 09:43:19 ENQERE - Nûnera KCDP ya Enqereyê Ece Yilmazê diyar kir ku aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e û got ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li meclisê hatiye avakirin divê ji bo pêşîgirtina li kuştinên jinan gavan biavêje. Li welat, tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke domdar e. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di heft mehên pêşîn ên sala 2025'an de 167 jin hatine kuştin û 175 jin di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê, tenê di meha Tîrmehê de 28 jin hatine kuştin û 25 jin di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.     Nûnera KCDP'ê ya Enqereyê Ece Yilmaz li ser polîtîkayên jinan ên desthilatê û rola Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di meclisê de hat avakirin û der barê pêvajoyê de axivî.   FAKTORÊN KUŞTINAN ZÊDE DIKIN   Ece Yilmazê tundiya li ser jinê û kuştina jinan ku wekî "pirsgirêkeke civakî" pênase kir got: "Gelek sedemên zêdebûna cinayetên jinan hene. Ev sedem bi awayekî tevlîhev girêdayî hev in. Polîtîkaya bêcezatiyê, faktora herî girîng e ku cinayetan teşwîq dike. Li dadgehan kêmkirina cezayan, kiryaran wêrek dike. Di sala 2021'ê de fesixkirina Peymana Stenbolê jî parastina jinan qels kir. Qanûna bi hejmara 6284 çendî bi awayekş çalak neyê pêkanîn jî, amûreke girîng e. Gava jin serî li qereqola didin esas nayên girtin û pirî caran vedigerin malên ku lê tundî dîtine."    Ece Yilmazê da zanîn ku di şeş mehên ewil ên salê de ji sedî 65'ê jinên sûd ji qanûna 6284'an girtine û di bin parastina dewletêd e bûne hatine qetilkirin û got ku ev jî kêmasiyên pratîka qanûnî didin der.    KOMÎSYONA MECLISÊ   Ece Yilmazê bilêv kir ku aştiya civakî ji bo jin jiyaneke ewle bidomînin girîng e û got: "Ev dê tevkariyê li demokratîkbûna civakê bike. Di vê pêvajoyê de divê hevkarî bi komeleyên jinan û rêxistinên wan re bê kirin û divê jin di pêvajoya aştiyê de cih bigirin. Ji lew re ev rêxistin bi salan e li qadê têdikoşin û pêşniyazên çareseriyê berpêş dikin. Divê di pêvajoya aştiyê de jin xwedî mafê gotinê yê wekhev bin. Divê jin wekî kirdeya aştiyê di komîsyonan de cih bigirin û daxilî pêvajoyên biryardayînê bibin."   Ece Yilmazê bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li meclisê hatiye avakirin û got ku komîsyon divê di warê pêşgirtina cinayetên jinan de gava biavêje. Ece Yilmazê bilêv kir ku ji bo çareseriyê pêkanîna Peymana Stenbolê û bi awayekî çalak pêkanîna qanûna bi hejmara 6284 girîng e. Ece Yilmazê bilêv kir ku divê pêvajoyên darizandineke adil jî bên meşandin da ku pêşî li cinayetên jinan bê girtin û bal kişand ser îstihdamkirina jinan.    Ece Yilmazê destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê di vê têkoşînê de cih bigirin û got ku ev ji bo rawestandina cinayetên jinan bivê nevê ye.