Li Dihokê goreke komî hate dîtin 2025-08-07 16:57:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê goreke komî ku cenazeyên 7 kesan tê de bûn, hate dîtin.  Li gundê Mêrgetî yê navçeya Amediyê yê Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê goreke komî ku cenazeyên 7 kesan tê de bûn, hate dîtin. Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ragihand ku di gora komî de cenazeyê 7 welatiyên xelkê gundê Mêrgetî ku di dema rejîma Baasê de hatibûn qetilkirin, hatin dîtin.   Qeymeqam Warşîn Selman da zanîn ku gora komî ji aliyê pisporan ve tê vekolîn û ji bo aşkerakirina nasnameyan rufatên hatîn derxistin ji bo Tiba Edlî ya Dihokê hatine şandin.