Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye 2025-08-07 16:52:53   ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku xebata li Meclisê tê meşandin tenê dê ji bo “pêşniyar û tespîtan” be.    Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Samsunê beşdarî torenekê bû. Kurtulmuş, diyar kir ku xebatên komîsyona li Meclisê tenê bi “pêşniyar û tespîtan” bisînor e û got: “Ji bo nirxandina pêvajoya piştî biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê pêvajo hate destpêkirin. Ev pêvajo, bi tu awayî pêvajoya mizakereyê nîne.”