Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar 2025-08-06 11:45:27   WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi îdiaya “qeyda arşîvê neyînî ye” 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên AKP’î girt kar.   Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hefteyek berê bi îdiaya “qeydên arşîvê neyînî ne” 223 karker ji kar derxist. Karkerên ji kar hatine derxistin ev hefteyeke li dijî vê rewşê çalakiyê li dar dixin. Her ku diçe çalakî bêhtir girseyî dibe. Li hêla din rêveberiya qeyûm li şûna karkerên ji kar derxistî karkerên nû digire kar. Hat zanîn ku kesên girtine kar ew kes in ên qeyûm demekî kin beriya hilbijartinên 31’ê Adarê li ser daxwaza AKP’ê girtibû kar lê piştre ji hêla rêveberiya DEM Partiyê ve ji kar hatine derxistin in. Heta niha 84 kes girtine kar û hat îdiakirin ku ev lîsteye ji hêla AKP’iyan ve hatiye amadekirin. Hat zanîn ku karker dê li dijî vê çalakiyê li dar bixin.