Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike 2025-08-05 20:34:30   ENQERE - Komîsyon a ku li meclisê hat avakirin dê roja înê İbrahim Kalin, Yaşar Guler û Selçûk Bayraktaroglû guhdarî bike.    Civîna ewil a "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya li meclisê hat avakirin bi dawî bû.    Serokê Meclisê Numan Kûrtûlmûş, di civîna ewil a komîsyonê de têkildarî awayê xebatê ya komîsyonê de pêşnûmayeke 12 xalî peşkeş kir. Pêşnûma piştû guherîna bi yekdengî hat qebûlkirin. Piştî vê civîna ewil a komîsyonê bi dawî bû.   Komîsyon dê di 8'ê Tebaxê saet di 11.30'yî de careke din bicive.    Li got agahiyên bi dest ketin; dê di komîsyonê de ku wê roja înê bicive, geşedanên girîng rû bidin. Li gor vê; komîsyon dê Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) İbrahim Kalin, Serfermandarê Giştî Selçûk Bayraktaroglû û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler guhdar bike.    Her wiha biryar hat dayîn ku komîsyon hefteyê du caran bicive. Komîsyon wê her hefte roja sêşemê û çarşemê bicive. Lê belê li gor pêdiviyê wê ev roja bên sererastkirin.    MA/Mehmet Aslan