Erdogan greva karkeran qedexe kir 2025-07-31 09:35:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Plana grevê ku Maden-Îş'ê di 1'ê Tebaxê de plan kiribû, bi hinceta "di wesfê xerakirina ewlehiya neteweyî de ye" hat qedexekirin.  Sendikaya Karkerên Madenê ya Tirkiyeyê (Maden-Îş), plan kiribû ku di 1'ê Tebaxê de grevê bide destpêkirin. Lê bi îmzeta Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan bi hinceta ""di wesfê xerakirina ewlehiya neteweyî de ye" hat qedexekirin. Biryara Serokkomar di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di biryarê de hat gotin ku biryara grevê ya Maden-Îşê "di wesfê xerakirina ewlehiya neteweyî de ye". Biryara grevê, bi hinceta navborî 60 rojî hat taloqkirin.    Di navbera aliyan de li ser bazariya zemê ku 600 karkerên cemaweriyê eleqedar dike, li hev nehatibû kirin.