Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in 2025-07-30 12:02:41   MÊRDÎN – Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê, ji ber nexebitandina klima nexweş mexdûr in, xizmên nexweşan bi derfetê xwe, xwe hênik dikin.   Li Mêrdînê rexmê germa zêde, li hinek beşên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê, klîma nayên xebitandin û ji ber vê rewşê nexweş mexdûr in. Ev çend roj in li hinek beşan klîma tê xebitandin û li hinek beşên din jî nayê xebitandin. Nexasim li beşa ku nexweş lê hatine razandin, ji ber germê nexweş mexdûr in. Xizmê nexweşan, klîmaya bi avê dixebite û perwane bi derfetê xwe ve anîn nexweşxaneyê û xwe hênik dikin.    Rêveberiya nexweşxaneyê, diyar kir klima xirabûyî ne, lêbelê xizmên nexweşan bertek nîşan dan û gotin: “Em ji nexweşiyê nemirin, em ê ji ber bêhewabûna nexweşxaneyê bimirin. Bila tavilê rayedar vê rewşê çareser bike.”