Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’ 2025-07-29 16:32:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakvan û reweşenbîrên ji Siwêdayê bang kirin ku dorpêça li ser Siwêdayê bila bê rakirin û hesab ji sûcdaran were pirsîn.   Hêzên Hikûmeta Demkî û çekdarên girêdayî wê di 13’ê Tîrmehê de êriş li dijî bajar û gundewarên Siwêdayê dabûn destpêkirin û komkujî û binpêkirin pêk anîn. Di encamê de jin û zarokî ji di nav de, nêzî hezar û 500 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî şahidan, li gundewarên rojava heya navenda bajar, gelek dever hatin rûxandin û bi hezaran sivîl koçber bûne.   Ji wê rojê ve Siwêda di bin dorpêçeke giran de ye û xurek, madeyên tenduristiyê û sotemenî gelekî kêm bûne.    Duh li bajar û gundên Siwêdayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de dorpêça li ser herêmê û komkujî û binpêkirinên ku ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatin kirin, hatin şermezarkirin.   Çalakvan û rewşenbîrên ji Siwêdayê li hemberî binpêkirin û ambargoyê nerazîbûn nîşan dan. Çalakvanan bi pankartên ku bi zimanên erebî, îbranî û îngilîzî daxwaza vekirina bilez a deriyan li ber alîkariyên mirovî, dabînkirina lênihêrîna bijîşkî ji bo birîndaran, hesabpirsîna ji sûcdaran, di serî de Ehmed El Şerî, kir. Di pankartekê Ehmed El Şerî wek "terorîstê ku nikare serokatiyê bike" hatibû wesifandin.   LI DIJÎ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BERTEK   2 çalakvanên ji Siwêdayê der barê mijarê de ji ANHA’yê re axivîn.   Endamê Kombûna Mamosteyan Nîdal El Mehîsawî bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirinên li Siwêdayê wek tevkarî bi nav kir û got: "Sûc û binpêkirinên ku li Siwêdayê rû didin wêneyekî dubare yê êş û azarên ku li deverên din ên Sûriyeyê nîşan dide. Li hemberî van rûdanan tu destwerdaneke cidî yan bersiveke lezgîn ji aliyê hêzên navneteweyî ve çênebûye."   El Mehîsawî bang kir ku bi lez deriyên mirovî vekin û ambargoya li ser Siwêdayê rakin û got: "Siwêda beşeke nayê parçekirin a Sûriyeyê ye."   Parêzera bi navê Lîna Ebû Hemdan jî îşaret bi vê yekê kir ku li Qada El Kerama dîsa hersa gel derdikeve pêş û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê ku sembolên dîktatoriya berê anîn xwarê îro dikin pergalên tundraw û cahiltiyê jî birûxînin."   Lîna Ebû Hemdan bal kişand ser kiryarên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî û got: "Tu sîfetên wê yên nûnertî an jî ewlehiyê yên rewa nîn in. Kiryarên wê wehşî û mogolî ne ku xelkê rezîl dikin, rûmet û mafên wan binpê dikin."   Lîna bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li hikûmeta demkî bikin bila ambargoya li ser Siwêdayê rakin û wê neçar bike li gorî lihevkirina bi rûspiyên herêmê re tev bigire.