Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin 2025-07-26 10:13:38   STENBOL – Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek kûr a 100 salan e û bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin.   Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, di rojeva Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn û ya cîhanê de ciheke girîng dagirt. Di çarçoveya pêvajoya 7 mehan de gelek geşedanên girîng rû dan. Di gel saziyên navneteweyî, kesên li cîhanê navdar û Xelatgirên Nobelê têkildarî piştgiriya pêvajoyê daxuyanî dan û rave kirin ku hewldana Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê ronahiya hêviyê ye. Ji gelek welatan daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan û bangên ji bo azadiya wî hatin kirin.    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Rojnameger û nivîskar Mehmet Altan, ji Ajansa Mezopotamyayê re pêvajo nirxand û pêdiviyên çareseriya pirsgirêka Kurd a rave kir. Altan, bibîr xist ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke ji ber bicihneanîna hiqûq, destûra bingehîn, maf û azadiya bingehîn e û got: “Ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn, divê pirsgirêka Kurd niha were çareserkirin. Gelo ev pêvajo dê me vegerîne Tirkiyeyek ku lê hiqûqê serdest be? Hêvîdarim ku wisa bike."   Altan, rave kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê di nava civakê de bawerî û hêviyê geş bike û wiha pê de çû: “Desthilata siyasî ji dêlava evqas gotinan hewl bide ku daraz li gorî destûr û qanûnan tevbigere û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bicîh bîne, wê demê atmosfer dê biguhere.”   "BI DEMOKRATÎKBÛNÊ VE TÊ ÇARESER BIKE"   Altan, bal kişand ser rewşa AKP’ê ya dirêjkirina pêvajoyê û destnîşan kir ku divê desthilat bêyî derengmayînê gav bavêje. Altan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd kokên wê pir kûr in û tenê bi rêya demokratîkbûnê tê çareserkirin û wiha pê de çû: "Ev pirsgirêk bi tenê gotina 'Bila ez li ser desthilatdariyê bimînim' ve nayê çareserkirin. Ev pirsgirêkek pir radîkal û pir kûr e. Di heman demê de, şert û mercên li Rojhilata Navîn me dixe nava mercên giran. "   BINGEHA QANÛNÎ, AŞTIYA MAYINDE   Altan destnîşan kir ku ji bo pêvajoyê pêdivî bi bingehek qanûnî heye û got: "Şansê serkeftina vê pêvajoyê bi qanûnîbûna wê ve girêdayî ye. Dibêjin komîsyonek dê bingeha hiqûqî ji bo pêvajoyê saz bike, lê ew komîsyon jî ne bi qanûnê ve hatiye damezrandin. Ew komîsyonek di nav Parlamentoyê de ye. Em niha bingeha wê ya qanûnî nabînin."   Altan, rave kir ku aştî bi rêya demokratîkbûnê ve mayînde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li aştiyek mayînde, mafên mirovan ên mayînde, demokrasiyek mayînde û hemwelatîbûna wekhev a mayînde digerin. Rêgezên ji bo misogerkirina van encamên mayînde zelal in: maf û azadiyên bingehîn. Rojhilata Navîn niha Serdema Navîn a mirovahiyê dijî. Şerên nijadî, olî û mezhebî hene. Em ji bîr dikin. Dema ku AKP hat ser desthilatdariyê, Tirkiye di navbera Sûriye û Îsraîlê de navbeynkar bû. Em gihîştin ku derê? Em bûne hevalbend an dijberên aliyên nakok."   "BICIHANÎNA BIRYARA DMME'YÊ PÊWÎST E"   Altan, qala "mafê hêviyê" yê Ocalan kir û wiha axivî: "Wan biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku diviyabû bihata bicîhanîn jî kirin mijara siyasetê. Dadgeha Bingeha 10 sal in li ser vê mijarê biryarek nade. Çima nedaye? Ji ber ku ew siyasî ye. Li tu deverek cîhanê mînakek wek vê yekê tune. Divê Tirkiye biryara DMME'yê bicîh bîne. Ji ber ku Tirkiye îmzeya xwe daye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Lê ew peymanê bicîh nayne."    ROLA MEDYAYÊ YA DI PÊVAJOYÊ DE   Altan bal kişand ser rola medyayê ya di pêvajoyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bahçelî dibêje ‘bila cîgirê Serokkokar yek Kurd û yek jî Elewî be’, Serokkomar jî dibêje ‘bila tifaqa Ereb, Tirk, Kurd çêbe’. Çi feydeya van gotinan ji bo jiyana me heye? Komareke 100 salî di çareserkirina, pêşxistin û azadkirina ti pirsgirêkek bingehîn a bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî de nekiriye. Pênaseya hemwelatîbûnê tê nîqaşkirin, kes û mirovahiyê ji holê radike û li gorî nijad, ol û mezheb pênase dike. Em li vir li kerametekî digerin. Bersiva ka ev pirsgirêk çawa dikarin werin çareserkirin pir hêsan e. Dema ku rêzikname werin bicîhanîn, ew ê werin çareserkirin. Ev pirsa rastîn e ku divê em çareser bikin.   MA / Melîk Çelîk