ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-21 09:00:17   * Nivîskar Yalçin Karadaş, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de ya ji bo nasnemeyên din gelek girîng dibîne û got: “Em wek gelê Çerkes dixwazin, di komisyona ku dê li Meclisê bêavakirin de cih bigrin.”     * Esmer Çikmaz a ku gundê wê şewitîbû, di qedexeya derketina derve de 2 zarokên xwe di şer de winda kiribû û ji zarokekî xwe jî hay nagire got: “Kurd xwediyê çi mafî bin Kurd jî xwediyê heman mafî ne. Em ziman û nasnameya xwe dixwazin.     * Gundê Xerzika yê navçeya Pasûrê di salên 90’î de bi hinceta “ewlehiyê” hate valakirin. Welatiyên ku vegeriyan gundê xwe û xwestin ji nû ve avabikin, daxwaza çêkirina rêya gund kirin.      * Aktivîstên TJA’yê, bal kişandin li ser pêşengiya jinê ya di merasîma imhakirina çekan de û gotin: “Divê em ê rêxistinbûyî têbikoşin.”     * Welatiyên Êlihê ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandin, ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, berdana girtiyan û mafên bingehîn daxwaza gavavêtinê kirin.     * Rojnameger Hawre Karwan, diyar kir ku ev 9 meh in li Herêma Kurdistan a Federe hikûmet nehatiye avakirin û ji qeyranê herî zêde gel bandor dibin.     * Berîvan Barîn a OHD’î diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tehliyeya 35 girtiyan hatiye astengkirin û jê 34 kes girtiyên 30 salan zêdetir e girtî ne.      * Li Amedê ku germahî gihîşt 45 pileyî, welatî bi 'ava sûsê' hênik dibin.      * Li Amedê nûnerên rêxistinên civakî yên ku beşdarî kampanyaya îmzeya ji aliyê bijîşkan ve ji bo piştigirya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de hatibû destpêkirin bûn, destnîşankirin ku "Em dixwazin di nava pêvajoyê de cih bigirin."