Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne 2025-07-16 13:22:01 STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji bo serdana Figen Yuksekdag û Semra Guzelê bikin, çûn Girtîgeha Kandirayê.  Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, çûn Girtîgeha Kandirayê ya li Kocaeliyê. Hevserokên Giştî, dê serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Figen Yuksekdag û Parlamanetera HDP'ê ya berê Semra Guzelê ku di Girtîgeha Kandirayê de girtîne, bikin.    Dê di hevdîtinên de li ser geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê axaftin.