Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir 2025-07-16 12:23:32   ENQERE - Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re dest pê kir.    Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re dest pê kir.    Hevdîtin li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê tê kirin. Şande ji aliyê Davûtoglû û yên pê re hat pêşwazîkirin.    Hevdîtin bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome. Tê payin piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.