Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan 2025-07-08 16:35:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi hinceta ku têkiliya wan bi çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” re heye, cezayê îdamê da 5 girtiyan.    Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya têkildarî kesên ji rojhilatê Kurdistanê ji ber çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” hatine girtin, raporek amade kir. Li gorî raporê; Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya li Urmiyeyê bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûne, cezayê îdamê da 5 girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Elî Qasimî, Pijman Sûltanî, Kawe Salihî, Rizgar Begzade Babekir û Tefur Selîmî Babamîrî.    Hate gotin ku 8 welatiyên din ên Kurd yên bi navên Siyamek Heyasî, Siware Ezîzade, Hêmin Kirmanc, Husên Husên Zade, Celîl Mewludî, Ehmed Mamezade, Ciwamêr Mam Xesrew û Salar Daxdar jî bi tometa çalakiyên siyasî cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Li gorî heman raporê, welatiyê bi navê Dr. Selahedîn Ehmedî jî şandine Dadgeha Sucanê û dosyayek yasayî jêre hatiye vekirin.   JI MAFÊN XWE BÊPAR HATINE HIŞTIN   Hêjayî gotinê ye her 14 welatî jî ji xelkê Bokanê ya rojhilatê Kurdistanê ne û di Adara 2023’yan de bi hinceta tev li çalakiya “Jin, jiyan, azadî” bûne, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatibûn binçavkirin û şandibûn Girtîgeha Urmiyeyê. Tê gotin ji wê demê heta niha her 14 girtî jî têne îşkencekirin û bi zorê neçarkirine ku tiştên lê tên ferzkirin, qebûl bikin. Ev welatî ji dema hatine binçavkirin ve ji mafên xwe yên parêzer û hevdîtina malbatan bêpar hatine hiştin.