DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da 2025-07-08 15:08:39 ENQERE - DMME’yê têkildarî rewşa girtî ya Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş biryara binpêkirina maf da.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) careke din der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara xwe aşkera kir. Dadgehê diyar kir ku Tirkiyeyê azadiya îfadeyê ya Demîrtaş binpê kiriye û ev girtîbûn armanc dike ku nîqaşa siyasî bi sînor bike.   Li gorî nûçeya ANF’ê; DMMEyê di vê biryara xwe ya dawî de, girtîbûna Demîrtaş a di navbera mehkûmiyeta Îlona 2019’an û 2024’an de lêkolîn kir. Dadgehê berê jî ji ber girtîbûna wî ya di navbera 2016-2019’an de Tirkiye mehkûm kiribû û daxwaza berdana Demîtaş kiribû. Lê belê Serokkomar Erdogan nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dabû.   55 HEZAR EURO TAZMÎNAT    Dadgehê hikûm da Tirkiyeyê ku 35.000 Euro tazmînata manewî bide Selahattîn Demîrtaş û 20.000 Euro mesrefa dadgehê bide.   Demîrtaş ji Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê dîl tê girtin. Sala 2024’an di doza li Enqereyê de 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn. Di nava sûcdariyên li ser wî de, banga ji bo tevlîbûna xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê jî heye.