Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye 2025-07-05 09:50:27   ŞIRNEX - Fîşeka gazê ya ku ji aliyê leşkerê ku avêt û bû sedema mirina Mehmet Ûytûn, 16 sal in nehatiye dîtin. Bav Tûran Ûytûn got: "Dozger fîşeka ku kurê min kuşt ji cihê bûyerê girt, lê ew fîşek niha winda ye."   Doza ku ji bo Mehmet Ûytûn ê 18 mehî yê ku di 9'ê Cotmeha 2009'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema li şanesîna malê di hembêza dêya xwe de bû, bi fîşeka gazê ya leşker Hakan Alkan ve hat qetilkirin, hat vekirin, 16 sal in bi dawî nebûye. Piştî têkoşîneke hiqûqî ya ku nêzîkî 11 salan dom kir, bi tohmeta "bi bombeavêja bitembûr bi awayekî bê baldar û bê tevdîr bûye sedema mirina Mehmet Ûytûn" îdianame hat amadekirin. Di 7'ê Hezîrana 2021'ê de, Dadgeha Ceza ya Asliye ya Cizîrê, 3 sal cezayê girtîgehê li bersûc birî. Piştre ev ceza veguherand cezayê pereyî.    Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dan. Dadgehê biryarê betal kir û biryar da ku doz ji nû ve were lidarxistin. Di doza ji nû ve hatî darizandin de, dadgehê bi tohmeta "bi xemsarî bûye sedema mirinê" 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê da bersûc Hakan Alkan. Parêzerên sûcdar vê carê doz birin Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Amedê. 3'yemîn Daîreya Ceza ya dadgehê careke din bi hinceta "lêkolîna kêm" ev biryar betal kir. Piştî biryara betalkirinê, doz di 2'yê Çileya 2023'yan de li 4'emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Cizrê ji nû ve hat lidarxistin.    FÎŞEKA GAZÊ NEHATIYE DÎTIN   Di rûniştina yekem de derket holê ku bersûc Hakan Alkan li bajarê Efrîn ê Sûriyeyê li ser kar e. Daxwazên parêzeran ên ji bo keşfê piştî 16 salan ji aliyê dadgehê ve hatin qebûlkirin. Di rûniştina 4'emîn a dozê de, tevî biryara dadgehê ya keşfê jî, keşf nehat kirin. Dadgehê, ji Fermandariya Cendirmeyan a Cizîrê re nivîsand ku fîşek di envantera wan de ye yan na. Fermandariyê jî îdia kir ku fîşek ne di envantera wan de ye. Piştre, dadgehê bi heman daxwazê ??nivîsek ji Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê re jî nivîsand. Vê fermandariyê jî îdia kir ku fîşek ne di envantera wan de ye.    Dadgehê biryar da ku li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin.    'DOZGER RAHIŞT FÎŞEKA GAZÊ'   Tûran Ûytûn, bavê Mehmet Ûytûn, ku 16 sal in li benda edaletê ye, behsa dirêjahiya danişînan û nebûna kifşkirinê kir. Bav Ûytûn got: "16 sal di ser kuştina kurê min re derbas bûn. Dozger bi xwe hat û fîşeka ku kurê min pê hat kuştin ji cihê bûyerê girt. Lê ew fîşek niha winda ye. Em 16 sal in diçin dadgehan, lê bersûc hîn jî li derve ye û hêj nehatiye cezakirin. Em dixwazin edalet pêk were. Em li her dadgehê daxwaza kifşkirinê dikin. Em dixwazin bûyer were eşkerekirin, lê her carê heyeta dadgehê ji me re dibêje ku fîşeka gazê a li cihê bûyerê hatiye bikar anîn winda ye. Lêbelê, kujer tê zanîn, navê wî tê zanîn, ew dizane ew li ku ye, ew dizane ew kî ye. Ev kes ji Manisayê hatiye vir da ku me biparêze, lê wî kurê min di hembêza dêya wî de kuşt. Em dixwazin ev kes were cezakirin û edalet pêk were. Çima ev kes hîn nehatiye girtin, tevî ku sûcê ku kiriye eşkere ye? Vî kesî kurê min kuşt, nehat girtin û niha bi serbestî li derve digere. Ev kes dikare zirarê bide mirovên din. Ger edalet pêk neyê, wê baweriya min a bi edaletê nemîne. Ew fîşek winda nebû, hat windakirin. Ew dizanin ew li ku ye. Bila fîşek bê dîtin, kefiş bê kirin û edalet pêk bê."    Bav Ûytûn banga hevgirtinê li rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên mafên mirovan kir.   MA / Zeynep Dûrgût