Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin! 2025-07-03 09:07:57 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosun diyarê kir ku divê ji bo berdana girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin û got: "Girtiyên nexweş nikarin heta Îlon û Cotmehê li bendê bimînin. Jiyana wan di xetereyê de ye." Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. 161 ji van girtiyan jin û hezar û 251 jî mêr in. Hejmara girtiyên bi nexweşiyên giran wekî 335 tê ragihandin ku 230 ji wan nikarin bi tena serê xwe bijîn û 105 ji wan jî hewceyê piştgiriyê ne.   Di rapora ku ji aliyê MED TUHAD-FED û Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) ve hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku ji 115 girtîgehan 3 hezar û 500 serlêdan hatine kirin û 631 girtiyên nexweş ji bo jiyanê têdikoşin.   PIRSGIRÊKÊN GIRTIYAN   Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosûnê diyar kir ku girtî ji ber "gefa li ser ewlehiya neteweyî" û ji ber raporên "dikarin di girtîgehê de bimînin" ên ku ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatine dayîn, nayên berdan. Jiyan Tosûnê destnîşan kir ku divê her du sedem jî ji qanûnan werin derxistin û got: "Ger ev her du pirsgirêk werin çareserkirin, dê rewşên guncawtir derkevin holê. Ger raporên ji nexweşxaneyên dewletê yan nexweşxaneyên zanîngehê werin qebûlkirin, dê gelek girtî ji girtîgehan werin berdan. Divê qanûndanîna der barê gelo ew ji bo ewlehiya giştî gefê çêdikin yan na were guhertin."   Jiyan Tosûnê got ku girtiyên nexweş ên ku nehatine berdan jî bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû mane. Jiyan Tosûn got: "Derengketina pêvajoyên dermankirinê, êrişên di rîngan de, neveguhestina wan ji bo nexweşxaneyan, kêmbûna xurekê û hwd. rewşa wan giran dike. Ne tenê neberdana wan, lê di heman demê de negihîştina xizmetên tenduristiyê yên têrker jî yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Pirsgirêka muayeneyên bi kelepçe jî heye. Bi taybetî di dema kişandina diranan an emeliyatan de, muayeneyên bi kelepçe yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Ev rewş li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Di vî warî de gelek gilî ji me re tên."    BERDANA DEMA LI BER MIRINÊ!   Jiyan Tosûnê anî ziman ku hin girtî gava li ber mirinê bûne atine berdan û got: "Ger ew di qonaxeke zûtir de werin berdan, dibe ku ew bikaribin baş bên dermankirin û bikaribin bijîn. Bi kêmanî ew ê di qonaxa dawî ya nexweşiya xwe de bi malbat û hezkiriyên xwe re bijîn. Ew ê di şert û mercên bêêş û mirovîtir de jiyana xwe bidomînin. Lê mixabin, ev derfet nayê dayîn. Ev kes 1-2 hefte beriya mirina xwe tên berdan."   Jiyan Tosûnê ku destnîşan kir ku xebata komeleyê ji bo berdana girtiyên nexweş berdewam dike, got: "Em her hefte daxuyaniyan didin. Em raporên xwe rave dikin û dişînin Wezareta Dadê. Em serdana girtîgehan dikin û çavdêriyan dikin. Ev ji bo hesasiyetê ye. Carinan ev bi bandor in. Em di 'Rûniştina F' de ji bo nexweşên ku em rewşa wan parve dikin başbûnê dibînin."   Jiyan Tosûnê bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş da û got ku di pêvajoyeke wiha de neberdana wan xeyalşikestin e. Jiyan Tosûnê got: "Ev, di warê samîmiyetê de jî bûye sedema bêhêvîtiyê. Nîqaş hene ku di Îlon û Cotmehê de sererastkirineke qanûnî ya nû were çêkirin. Lê girtiyên nexweş nikarin heta Îlon û Cotmehê li bendê bimînin. Divê ev yek bi taybetî were destnîşankirin. Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Her roja ku ew li wir dimînin jiyana wan xirabtir dibe."    MA / Omer Îbrahîmoglû