Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan 2025-06-29 11:39:49 MÛŞ - “Mihrîcana Jin û Xweza û Çandê” ya li Gimgimê tê lidarxistin, dest pê kir. Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz got: “Em dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan.” Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi dirûşma “Bi jina azad, bi xweza û çandê ber bi civaka demokratîk ve” “Mihrîcana Jin û Xwezayê” hat destpêkirin. Mihrîcan dê du rojan bidome. Mihrîcan, bi meşeke ji bo Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) a di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgimê hate qetilkirin û bedena wê hatibû teşhîrkirin û hemû jinên hatine qetilkirin, meş hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û bi sedan jin tev li bûn. Di meşê de pankartên “Jin, jiyan azadî" û "Kedxwarî di aqilê zilam de ye, rizgarî di jin û xwezayê de ye” hatin hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo", “Jin, jiyan, azadî" û "Jin dimeşe, erd û ezman diheje" hatin berzkirin.    'ME ÎRADEYA EKÎN LI DÎROKÊ NIVÎSAND’      Wekîla Mûşê Sumeyya Boz di daxuyaniyê de axivî û wiha bal kişand ser teşhîrkirina bedena Ekîn Wanê: “Dema me li wî wêneyî nihêrtî me ne şerm, berxwedan dît. Me ne kesên ew teşhîr kirî, îradeya Ekîn Wanê li dîrokê nivîsand. Ji ber ku em li dijî şerên ser bedena jinê tên kirin, jiyan û azadiyê diparêzin.”    'EM JIN DÊ BÊDENG NEMÎNIN’      Sumeyya Boz, da zanîn ku fihûş, torên tiryakê, cînayetên jinan û qirkirina xwezayê parçeyeke stratejiya şerê taybet e ku ji hêla heman navendê ve tê birêvebirin. Sumeyye Boz, axaftina xwe wiha qedand: “Em jin dê bi perspektîfa Jineolojiyê û bi kevneşopiya tevgera jinên Kurd van polîtîkayan teşhîr bikin. Em ji bo birêxistinkirina têkoşîna jinan li vir in. Em îro li vir ne tenê ji bo mezinkirina hêrsa xwe, her wiha ji bo birêxistinkirina têkoşînê li vir in. Em dibêjin  ‘Jin, jiyan, azadî' û li cihê Ekîn xistibûn erdê em radibin ser pêyan. Ji bo Gulistan û Rojîn, ji bo hemû jinên tune hatine hesibandin em ê tu caran dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin.”    Piştî daxuyaniyê, jin derbasî qada mihrîcanê bûn.