Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê 2025-06-18 11:26:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan diyar kir ku hesabên hegemonîk ên Îsraîl û Îranê rê li ber aloziyan vedike û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn bi rêya Yekîtiya Neteweya Demokratîk dikare aştî û ewlekariyê pêk bîne.    Şerê Îsraîl û Îranê ji niha ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derxist qonaxeke nû. Şerê di navbera her du dewlyetan de di çarçoveya pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de derket. Pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, ku bi şerê Îsraîl-Fîlîstînê re ku 7'ê Cotmeha 2023'an dest pê kir kete qonaxeke nû, fikarên netewe dewletan jî zêde kir. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye, gihîştiye qonaxeke ku li ser hemû dewletên herêmî xeteriyê derdixîne holê. Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan a di Pencên Qirkirina Çandî de' ku bergê 5’emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk e ku beriya bi salan di parêznameyên xwe de krîza şer a heyî nirxand û rêyên çareseriyê pêşniyar kir.   PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN     Abdullah Ocalan dibêje ku pirsgirêkên bingehîn ên heyî yên li Rojhilata Navîn di avakirina netewe dewletan de bi sernavê "Hevsengiya netewe dewletan a li Rojhilata Navîn û Pirsgirêka Kurd" tên afirandin û nexşerêya siyasî ya Rojhilata Navîn a di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de hat xêzkirin, ji bo rê li ber pirsgirêkên ku herî kêm sedsalekê dewam bike, hatiye afirandin. Ocalan destnîşan dike ku mîna Peymana Versaîllas a li Ewropayê ku rola 'Aştiyê diqedîne' ya peymana Sykes-Pîcot a li Rojhilata Navîn rê li ber krîz û qulikeke bi heman rengî vekiriye. Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku hemû netew-dewletên ku di dawiya şer de derketine holê, rêxistinên ku li dijî gelên xwe yên navxweyî û li dijî hev ji derve hatine avakirin. Ev rewş tê wateya helandina civaka kevneşop û tê wateya şerê li dijî gelan û destnîşan kir ku nexşeyên bi hikumxwarekî hatine xêzkirin tê wateya banga li şerên navbera dewletên çêkirî.   LI ROJHILATA NAVÎN HEVSENGIYA NETEW-DEWLETÊ!    Abdullah Ocalan diyar dike ku rewşa heyî ya avabûna Îsraîlê, şerekî sed salî li dû xwe hiştiye û got, "Nepêkan e ku mirov texmîn bikin ka çiqas şerên mezin dikare rê li ber veke. Libnana biçûk her tim di şer de ye. Sûriye her tim di bin hiqûqa leşkerî de ye û bi Îsraîlê re di şer de ye. Dewleta Iraqê di tevahiya hebûna xwe de tê wateya şerên navxweyî û derve. Îran ne xwedî pozîsyoneke cuda ye. Mantiqê di avakirina hemû netew-dewletên Rojhilata Navîn de ne çareserkirina pirsgirêkên civakî yên heyî ne ji bo girankirina wan e, hiştina van netewe-dewletan di rewşeke rejîmên şerê navxweyî û derve yê bêdawî de ye. Sedema bingehîn a vê yekê jî avakirina Îsraîlê weke bingeha hêzên hegemon e. Bêyî ku em têbigihêjin Îsraîl bingeheke hegemon e, em nikarin têbigihêjin bê hevsengî yan jî bêhevsengiya netewe-dewletên li Rojhilata Navîn çawa tê avakirin."   PEVÇÛNÊN 200 SALÊN DAWÎ   Abdullah Ocalan di beşa xwe ya bi navê 'Şerên modernîteyê yên li Rojhilata Navîn û encamên gengaz' de balê dikişîne ser girîngiya têgihiştina rast a pevçûnên di nava du sed salên dawî de li Rojhilata Navîn rû dane û got, "Pênasekirina pevçûnên li Rojhilata Navîn bi tenê bi hesta teng a paradîgmaya şer a çînî û neteweyî ya Rojava yan jî ji aliyê hêz û şerên dewletê yên Îslama radîkal û nerm a siyasî ve têrê nake. Bêguman asta pevçûnên derdikevin holê jî girîng in. Pevçûnên di vê astê de bêhtir desthilatdarî û dewletê eleqedar dike. Lê belê cewhera şerên ku ji van hemû aliyên desthilatdariyê derbas dibe, watedartir e. Her wiha, hêza berfireh û demdirêj û nakokiyên li ser bingeha dewletê çiqasî berfireh be jî, ne xwedî wê kapasîteyê ne ku dikarin ji qada desthilatdariya hegemon wêdetir biçin. Li hemberî vê yekê, karakterê pevçûnên di pîvanên modernîteyê de cuda ye û xwedî wê kalîteyê ye ku modernîteya serdest derbas bike.”   ROJHILAT NAVÎN DÊ LI SER ÎRANÊ TEŞE BIGIRE   Abdullah Ocalan, ÎranÊ di bin sernaveke cuda de dinirxîne û hişyariya ‘Îran di her kêliyê de dikare bi karesateke atomê re rû bi rû bimîne’ dike û wiha dibêje: "Ji roja destpêkê ve çanda Îranê bi modernîteya kapîtalîst re, bi taybetî bi netewe-dewletiyê re di nava nakokiyan de ye. Li dijî van hemû hêmanên hatine ferzkirin li ber xwe dide. Mezhebperestî jî, ku weke diyardeyeke gelekî herêmî û dîrokî tê ferzkirin, şêweyekî neteweperestiyê ye, derwêşa modernîteya kapîtalîst e û gelên Îranê ji niha ve pê dihesin ku Şoreşa Îslamî ya Îranê bi vê maskeyê hatiye bêbandorkirin û radibin ser piyan. Bi taybetî Îran di wê baweriyê de ye ku dikare bi bikaranîna kevneşopiya xwe ya dewletê ya gelekî qedîm re, ya jî li şûna wê bi afirandina îmajeke bi vî rengî re dikare bi modernîteya kapîtalîst re rû bi rû bimîne, difikire ku wê ji aliyê sîstemê ve qebûlkirinê bi dest bixe. Bikaranîna dîrokê ya li ser vê bingehê, dibe ku şêweyê herî berbiçav ê westandinê ye. Modernîteyê bi kewneşopiya dîrokê û kewneşopiya dîrokê ji bi modernîteyê ve ewqas tevlihev kirin û hewldana bi netewe dewletê xwe rizgarkirin ancax dikare bi qurnaziyê were îzahkirin. Ji ber van sedeman dibe ku pêşeroja Rojhilata Navîn bi rêya Îranê teşe bigire.”   HELWEST Û MASKEYA ÎRANÊ   Îran bi rastî jî di navenda nîqaşên modernîteyê de ye. Tevî nerazîbûnên neteweperestiya Şîa, nîqaşa îdeolojîk û siyasî ya li ser modernîteyê wê her mezin bibe. Gelên Îranê ji neteweyên din bêhtir modernîteya kapîtalîst nas dikin û diyar e ku wê serî li ber netewînin. Her çiqas neteweperestiya Şîa ya niha bi antî-Israîlîzm, antî-Amerîkanîzm û hestên dij-rojavayî re mijûl dibe bila bibe, nikare lêgerîna demdirêj a modernîteyeke guncaw a ji bo gelên Îranê asteng bike; bi DYA û Îsraîlê re li hev bike jî, nikare ji pozîsyona xwe ya maskekirî ya li pêşberî lêgerîna gel bireve. Lêgerîna heqîqetê di çanda Îranê de xurt e. Wekî din, li Îranê kevneşopiyeke jiyana komunal heye ku bi qasî dîrokê kevn e. Ji ber vê yekê, dibe ku em di paşerojeke nêz a Îranê de şahidî ji têkoşîneke rasteqîn a modernîteyê re bikin.”   PÊWÎSTÎ BI ÇARESERIYÊN BÎNYADÎ HEYE   Abdullah Ocalan, di sernava 'Li Rojhilata Navîn Çareseriya Modernîteya Demokratîk' de, ji bo welatekî mîna Îranê ku di her kêliyê de dijmina parçebûn û parçebûnê ye, pênaseya 'bombeyeke nukleerî ya li bingeha wê hatiye danîn' kir û ev nirxandin kir: "Neteweperestiya Şîa ku neteweperestiya domdar xurt dike, tevî hemû cambaziyên modernîteyê nikare parçebûna Îranê bisekinîne; li şûna wê, parçebûnê bileztir dike. Ji bo Îranê teoriya neteweya demokratîk mîna dermanekî ye ku divê rojane bê bikaranîn. Tenê zîhniyeteke neteweyî ya demokratîk dikare li dû cîhaneke wekhev, azad û demokratîk bicive, ku tê de çand û gelê Îranê ku di tevahiya dîrokê de li dijî modernîteya kapîtalîst gelekî berxwedêr bûye, dikare geş bibe. Dikare komplo û sûîqestên neteweperest ên parçeker û provokatîf ên li pêşiya xwe bêbandor bike û aştiyeke bi rûmet pêk bîne. Heta ku pirsgirêkên civakî ji aliyê zîhnî ve neyên çareserkirin, bi awayekî binyadî jî nayên çareserkirin. Zîhniyeta neteweya demokratîk, ji bo çand û gelên ku ji Asyaya Navîn heta Hîndîstanê cihêrengiyeke mezin nîşan dide, sîstema herî guncaw a yekpare ava dike. Her wiha çand û gelên li van herêman di dîrokê de di bin cûreyên konfederal ên avabûn û împeratoriyên siyasî yên hevbeş de jiyane, bi rêvebirina hebûna xwe û bêhempatiya xwe, her çi qas ne îdeal be jî. Çi bi rengê olperestî û çi jî netewperestiya laîk, heta ku zihniyeta netew-dewletê berdewam bike, bê guman ev civak wê hîn bêhtir ji hev bikevin û tevlîhev bibin. Çawa ku ji bo Îranê pêwîst e ji bo van erdnîgariyên berfireh li seranserê Rojhilata Navîn yekitiyên neteweyî yên demokratîk ên herêmî û ji nêz ve di nav hev de bên pêşxistin.”   RÊYA ÇARESERIYÊ: YEKITIYA NETEWEYÊN DEMOKRATÎK   Rêberê Tevgera Gelê Kurd destnîşan dike ku alternatîfa herî guncaw projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk e ku wê li gelemperiya Rojhilata Navîn bê pêşvebirin û dibeje: "Di warê rastiya Îsraîlê de ku bingeha hegemonîk a netewe dewletê ye, teorî û konseptên neteweya demokratîk di çareseriyê de roleke jiyanî dilîzin. Ji bo pêşeroja Îsraîlê du rê hene. Rêya yekemîn ew e ku bi destpêkirina şerên ji bo domandina hegemoniya xwe di xeta xwe ya heyî de, veguhere împaratoriya herêmî. Tê zanîn ku Îsraîl xwedî projeyeke hegemonîk e ku ji Nîlê heta Firatê dirêj dibe û hîn bêhtir dirêj dibe. Ev projeyek e ku ji bo împaratoriya piştî Osmaniyan hatiye pêşxistin. Her çend di warê bicihanîna vê projeyê de pêşketineke girîng hatibe kirin jî, lê dîsa jî dikare bê gotin ku ji bo bicihanîna armanca xwe têrê nake. Di dema dawî de derketina holê ya Îranê ku xwedî hesabên hegemonîk ên bi heman rengî ye, di navbera wan de rê li ber tengezariyê vedike. Bi Tirkiyeyê re jî tengaviyeke bi heman rengî dijî, ku cidiyeta wê hînê nayê zanîn. Ji ber vê yekê, pêvajoyeke gelekî nakok a têkoşîna hegemonîk a herêmî di lîstikê de heye. Ji ber pirsgirêkên ku bingeha xwe ji netewe-dewletê digire bi xwe re bi awayekî dijber hesabên hegemonîk derdixe holê. Ji bo Îsraîl û gelê cihû rêya duyemîn ew e ku ji dorpêçkirina dijminan wêdetir û beşdarî projeya Yekitiya Netewên Demokratîk a Rojhilata Navîn bibe û ji bo derketineke li ser vê bingehê înîsiyatîfên erênî bigirin. Ji ber bingeha entellektuel û sermayeya madî ya li pişt Îsraîlê dikaribû roleke pir girîng di projeya Yekitiya Netewên Demokratîk de bilîze. Hem wê weke neteweya demokratîk statûya xwe xurt bike û hem jî bi vê ve girêbide di nav çarçoweya Yekitiya Neteweya Demokratîk a ku li hemû Rojhilata Navîn hatî avakirin de dikare aştiya mayinde û ewlehiya ku hewcehiya wê pê heye pêk bîne.”   PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A MEZIN DÊ BI SER NEKEVE   Abdullah Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku şansê serkeftinê yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku DYA pêşengiya wê dike tune ye û got, "Ev proje berê xwe dispêre netewe-dewletan. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn xist nava aloziyeke mezintir. Rewşa ji aliyê projeya dawî ve hatiye afirandin, ji hev cuda nebûne. Heta ku hişmendiya netewe-dewletê neyê derbaskirin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji krîz û pirsgirêkên kûr ên lê tê jiyîn rizgar bike, ne jî dikare pêşî li pevçûn û şeran bigire. Hem Lîga Ereb a heyî, hem jî Rêxistina Hevkariya Îslamî ji ber ku bi heman mantiqa netewe-dewletê hatine fetisandin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ti rol nelîstine. Heta ku zîhniyet û avahiyên xwe yên heyî bi ser nexînin, şensê wan ê peydakirina çareseriyê nîne. Her wiha tesîra şerên ku Îran û Tirkiye bi rêya Hizbullah û El Qaîdeyê li dijî Amerîka û hêza hegomonîk a herêmî dimeşîne Îsraîl tenê dikare xizmetê ji bo tevlihevkirina pirsgirêkan bike. Hesabên ji bo dabeşkirina herêmê dikarin di her kêlîyê de paşve bidin.   Rewşa ku ev hemû lîstikên kevn û nû yên netewe dewletê anîne Rojhilata Navîn, li holê ye. Bi navê 'Em pirsgirêkan çareser dikin, em dîplomasiya sifir pirsgirêkê pêk tînin' Rojhilata Navîn veguheriye gulokeke pirsgirêkan ku hê mezintir bûye û welê bûye ku ji nav dernakevin; ev rewş bînyadî ye û bingeha xwe netew-dewletbûnê digire. Çawa ku me aşkera anî ziman, zîhniyeta neteweya demokratîk û avabûna xweseriya demokratîk a di modernîteya demokratîk de, ji bo reva ji vê rewşa kaotîk, paradîgmaya xwe ya nû modela herî guncaw a wekhevîparêz, azadîparêz û demokratîk e. Modeleke ku ji bo her kesî, ji bo her civakê rêya aştî û ewlekariya mayînde nîşan dide.   MA / Ozgur Paksoy