Trump: Dema lihevkirinê hat 2025-06-16 11:54:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê şerê di navbera Îran-Îsraîlê de got: "Divê lihevkirinek çêbibe." Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, dema ji Koşka Spî bo lûtkeya G7’an çû Kanadayê pirsên rojnamegeran bersivand. Trump, der barê şerê Îran û Îsraîlê de pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Hêvî dikim ku lihevkirinek pêk bê. Li gorî fikra min dema lihevkirinê hatiye.” Trump, wiha domand: "Carnan divê bi nîqaşan çareser bikin."   Trump, pirsa rojnamegerekî ya “Ji bo lihevkirina bi Îranê re gelo tu jî li ser fikra Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu yî?” jî wiha bersivand: “Em baş li hev dikin. Ez texmîn dikim ku em li hemberî hev pir rêzdar in."