Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin 2025-06-15 09:24:33 WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku dê di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de li ser pêvajoyên demokratîk û hiqûqî biaxivin û got: “Divê êdî terka gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ berdin û gavên demokratîk biavêjin.”   Ji Kurdistanê 15 serokên baroyê wê di 17-18 'ê Hezîranê de biçin Enqereyê û bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bînin. Serokên baroyan wê biçin serdana Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û partiyên siyasî, wê piştre raporekê amade bikin. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku nîqaşên ku ew ê bikin dê li ser avêtina gavên zagonî û demokratîk rawestin.   ‘EM Ê TÊKILDARÎ GAVÊN DEMOKRATÎK Û HIQÛQÎ BIAXIVIN’   Ozaraz diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de gelek girîng e û got, "Birêz Abdullah Ocalan ji bo Tirkiye û PKK'ê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir. Di vê pêvajoyê de PKK'ê li hemberî vê bangê biryara fesîxkirinê da. Pêvajoya ku bi vê yekê dest pê kir, ji bo hemû gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn atmosfereke aştiyê afirandiye. Ev pêvajoya ku berdewam dike ne pergaleke ku tenê bi fesîxkirina PKK'ê berdewam bike ye. Di serî de sîstema li ser înkar û tinekirinê hatiye avakirin, pêwîste ji holê bê rakirin û veguherîn. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ku bi PKK'ê dest pê dike; PKK encameke vê înkar û tinekirinê ye. Ji ber vê sedemê, dema ku sedema rastîn ji bîr nekin divê em bala xwe bidin ser encamê. Armanca vê civînê, gavên demokratîk û qanûnî ne ku divê ji niha û pê ve werin avêtin.”   LI DIJÎ ÊRÎŞAN BERTEK   Ozaraz bal kişand ser bomberdûmana Hêzên Çekdar ên Tirk a li Herêma Federal a Kurdistanê û got, "Li gorî agahiyan û nûçeyên di medyayê de cih digirin, Tirkiye hînê operasyonên xwe yên leşkerî didomîne. Ev yek nikare dewam bike; divê ev operasyon bi temamî bên rawestandin. Gavên piştre divê êdî bi temamî li ser bingeha demokrasî û hiqûqê werin meşandin. Navnîşana van hemûyan parlamento ye. Pêwîste parlamento tavilê vê mijarê derxîne pêş û çareseriyekê bibîne."   ‘DIVÊ REDKIRIN JI HOLÊ RABE’   Ozaraz da zanîn ku li Tirkiyeyê li gel hebûn û mafên wan ên çandî, zimanê gelê Kurd tê înkarkirin, û wiha got: "Divê êdî parlamento vê înkarê ji holê rake. Weke baro, ji bo her tiştên ji me tê xwestin bên kirin, em ê bikevin nava hewldanên girîng. Bi taybetî girîng e ku Kurdî bi rengekî azad bê axaftin û li hemû saziyên cemaweriyê fermî be. Çend roj berê di balafira diçû Amedê de li hemberî zimanê Kurdî nêzîkatiyeke nîjadperest derket holê û divê ev pirsgirêk çareser bibe. Çareserkirina van pirsgirêkan bi tenê pêwîstî bi hin tedbîrên qanûnî yan jî destûra bingehînî nîne. Ya ku pêwîstî pê heye, demokratîkbûyîneke ku li tevahiya welêt belav dibe ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo vê armancê gelekî girîng e."   ‘HINEK GAVÊN BI LEZGÎNÎ DIVÊ’   Ozaraz anî ziman ku binçavkirina siyasetmedarên Kurd, pêkneanîna biryarên DMME’yê û rewşa lezgîn a girtiyên nexweş mijarên gelekî giran in û got, "Pakêta înfazê ya di dema dawî de hatiye qebûlkirin, ji ber ku ji bo hemû girtiyên nexweş nîn e. Lê belê, tişta ku em wekî nexweşiyekê bi nav dikin, di rastiyê de li girtîgehê dewam nekirina jiyanê ye. Divê xwezaya cezayê li vir li ber çavan neyê girtin. Her wiha mijarên der barê serbestberdana bi şert, desteyên girtîgehan, pirsgirêka qeyûm û mafê darizandina adîl hene. Li vir polîtîkayên bêcezahiştinê hene. Rêya ku Tirkiye van hemûyan bi ser bixîne, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dibe. Pêwîste welat ji gotina 'Tirkiyeya bêteror' dûr bikeve û bêyî dereng bikeve gavên hiqûqî û demokratîk biavêje."   DAXWAZA BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ   Ozaraz di bersiva pirsa gelo dê daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin de wiha bersiv da: "Di vê mijarê de fikrên me hene. Piştî qedandina hin qonaxan, bêguman em ê ji bo vê jî însiyatîfekê ava bikin."   Ozaraz anî ziman ku ew ê mijarên weke destûra bingehînî, çandî, demokratîk, siyasî û neheqiya qeyûman di nîqaşên li meclisê de bikin ragihînin û got, "Piştî nîqaşan em ê lêkolîneke berfireh bikin û li gorî wê tevbigerin. Bêyî rêziknameya qanûnî tiştên divê bên kirin hene. Mînak, ji bo bicihanîna biryarên DMME pêwîstî bi guhertineke qanûnî nîne. Her wiha bicihkirina qeyûman dikare berovajî bibe. Heke ev werin kirin wê li ber çavê raya giştî bawerî hebe. Ji bo vê jî em ê nîqaşan bikin û encaman bi raporekê ji raya giştî re ragihînin.”   MA / Adnan Bîlen