Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê 2025-06-15 09:23:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêya Zozanên Feraşînê ku di demsala havînê de koçber berê xwe didin wê derê, ya bi kor û toz e. Ev yek jî çûyîna wir zehmet dike. Di vê meseleyê de ji bo gel tu tiştek nayê kirin lê ji bo baregeha leşkerî ya li herêmê ji betonê rê tê çêkirin.     Navçeya Elkê ya Şirnexê bi xwezaya xwe mirovan mest dike. Devera herî bilind a navçeyê jî Çiyayê Katoyê ye. Li navçeyê gelek zozanên xweşik hene û yek ji van jî Zozanên Feraşînê ne ku xwedî bilindahiya 2 hezar û 625 metreyan e. Her sal di navbera 500 hezar û milyonek pez dibin Feraşînê.    RÊYA KOÇERAN   Bi mêrg, çêregeh, çîçekên reng bi reng, rûbar û gola cemdê ya Calyanê re zozana Feraşînê mirovan mest dike. Lêbelê ji bo xwegihandina zozanê divê kedeke mezin were dayin. Ji ber ku rêya zozana ku her sal bi hezaran koçer û turîstên biyanî diçin serdanê, tije kort, herî û toz e. Rê, bi qasî 25-30 km’an dûrî navenda navçeyê ye.    HER ROJ DU CARAN VÊ RÊYA XERAB BI KAR TÎNIN    Bêrîvan her roj du caran mecbûr dimînin di vê rêya xerabe de biçin Feraşînê. Bêrîvanên ku di saetên serê sibehê de diçin zozanê, piştî dohtina pezê xwe êvarê dîsa vedigerin navenda navçeyê. Welatiyên ku dibêjin koçerî karekî zehmet e, diya rkirin ku ev rêya xerabe karê wan hêj zehmettir dike.    JI BO BAREGEHA LEŞKERÎ RÊYA JI BETONÊ    Rêya ji rexê Meydan Zengilê ve ber bi zozanê ve diçe ku baregeha leşkerî li wir hatiye çêkirin, hatiye betonkirin û du şirîd in. Baregeha leşkerî ya li jora gundê Feraşînê, di sala 2019’an de hate çêkirin. Rêya ber bi baregehê ve diçe 45 km ye û rêya betonkirî, li devera rêyên baregeha leşkerî û zozan ji hev cuda dike xelas dibe. Piştre dîsa rêya bitoz, bi kort û herî dest pê dike.    Di nava du salên dawî de destûr hate dayin ku rê ji hêla wesayîtên taybet jî ve were bikaranîn lê koçer nikarin bi kar bînin.    MA / Dilgeş Ruvanas