Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye 2025-05-12 15:05:20 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biryarên kongreya PKK’ê nirxand û got: “Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye. Bangekî ji bo guherîn û veguherînê û pêvajoyeke avakirinê ya nû ye.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê xwe têkildarî biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê daxuyanî da. Ayşegul Doganê, diyar kir ku weke partî girîngtirîn civîna MYK’ê li dar xistine û rojeva wan a sereke jî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û biryarên PKK’ê bûn.    Ayşegul Doganê, wiha got: “Civîna me ya MYK’ê ji civîneke rûtîn wêdetir, xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Me di serî de hemû kesên di pêvajoya şer a dirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr anî û civîn bi rêzgirtinê dest pê kir.”    'RÛPELEKE NÛ HATE VEKIRIN’   Ayşegul Doganê destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd bi xwe re rê li ber birînên mezin ên civakî vekiriye û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê rûpeleke nû hatiye vekirin. PKK’ê biryarên kongreya xwe aşkera kir û biryara fesixkirinê ragihand. Rêveberên PKK’ê jixwe gotibûn ku heke mercên banga 27’ê Sibatê bên cîbicîkirin dê bi bangê bikin. Ev biryar, biryareke dîrokî ye. Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye. Banga guherîn û veguherîna demokratîk a li her kesî ye û pêvajoya avakirinê ya nû ye. Serdemek tê girtin. Deriyê serdemeke nû ya hêviyê dide tê vekirin. Em ne tenê şahidiya dîrokeke nû dikin, her wiha em dixwazin dîrokeke nû jî binivîsin. Lewma jî biryarên em di MYK’ê de didin, nexşerêya em ê xêz bikin ne tenê vê kêliyê, dê teşe bide pêşeroja welat jî. Lewma ev biryar bi cidiyeteke mezin tên nîqaşkirin. Em di ferqa berpirsyartiya xwe ya di vê pêvajoya guherîn û veguherînê de ne.    EM JI BO BERPIRSYARTIYA XWE AMADE NE    Em hem ji bo berpirsyartiya xwe amade ne hem jî di wê ferqê de ne ku divê em hesas nêz bibin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû xebatên ku em ê di dema pêş de bikin, dê zemîna pêkvejiyaneke aştiyane xurt bike. Biryarên îro hatine ragihandin, bila ji bo dayikan, zarokan, ciwanan û nifşên nû bi xêr be. Em dê wê baweriyê de ne ku dê bixêr be. Bifikirin ku deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi sala ye dilê me diêşîne heta dawiyê vebûye.    HINCETA DI DANÎN SER MASEYÊ JI HOLÊ RABÛ    Êdî tişta her carê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke hincet di danîn ser maseyê ji holê rabû. Ji ber ku PKK’ê ragihand ku ji îro ve çek danîne. Divê em vê firsenda mezin ji dest nedin. Divê em nebêjin xwezî û divê em bibêjin baş bû ku me kir. Divê em bibêjin baş bû ku me bi hev re sedsala gelan ava kir. Ev yek, berpirsyartiyeke giran û pir pîroz e li ser milên me tevan. Lewma divê em bi hestiyarî nêz bibin.    ENCAMA HEWLDANÊN BIRÊZ OCALAN E   Mijareke din jî heye ku divê ez bi taybet destnîşan bikim; ev encama îro derketî holê, encama keda bi dehan salan a birêz Ocalan e ku bêyî bêzar bibe, tevî komployan, hewldanên sûîqestê, sabotajan, provakasyonan û tevî tecrîda giran jî bi israr domand. Dema em şert û mercan, serdemên berê, pêvajoyên têkçûyî, provakasyonan û piştperdeya dîrokî ya li pey wê tînin bîra xwe, divê em ne biryareke weke îro derketibe holê binirxînin, divê em bi vî awayî nêz nebin. Daxuyaniyên destpêkê yên aliyê îktîdarê bi qasî me şopandine erênî ne. Lê em ê rojên pêş jî bi hev re bişopînin.    Em êdî niha bi berpirsyartiya avakirina zemîna siyaseta demokratîk, hemwelatiya wekhev, xwişk-biratiya li ser zemîneke wekhev û avakirina hiqûqa xwişk-biratiyê re rû bi rû ne. Lewma jî dema pêş hem îktîdarê, hem jî muxalefet û her kesî eleqedar dike. Ji ber ku berpirsyartiyeke mezin e. Ev gava piştî 53 salan hatiye avêtin, qêrîna hesreta çareseriya aştiyane ya gelê Kurd û daxwaza hemwelatiya wekhev e. Divê bi vî awayî were nirxandin. Weke DEM Partiyê em biryara îro, li ser bingeha aştî, demokrasî û azadiyê weke derfeteke nû dibînin. Em her kesî vedixwînin vê derfetê. Ji bo mayindekirina vê derfeta dîrokî, hewce dike ku em hêzên xwe bikin yek. Êdî peywira me jî diyar e. Em qala serdemeke nû dikin ku êdî em ne li ser peyvan diaxivin.    MECLIS BI BERPIRSYARTIYÊ RE RÛ BI RÛ YE    Peywira me tevan ew e ku em komareke demokratîk a a hiqûq û siyaset tê de karîger ava bikin û ev yek berpirsyartiyeke me ya dîrokî ye. Bêguman yek ji navnîşanên vê ya herî girîng jî Meclis e. Ji ber ku Meclis, îro bi kirina xebata xwe ya herî bixêr a sedsalî re rû bi rû ye. Hêviya me ew e ku Meclis vê berpirsyartiya xwe bi awayekî baş bicih bîne. Di serî de siyaset, ji bo dînamîkên civakî em bi deynekî wijdanî yê dîrokî re rû bi rû ne. Lewma jî ne tenê saziya siyasetê, em banga li tevahiya civakê dikin; tiştên her yek ji me bikarin li vê pêvajoyê zêde bikin hene. Bi rexne, pêşniyar û alîkariya xwe em dikarin tê de xwedî rol bin. Ji ber ku em dixwazin bi hev re komara demokratîk ava bikin.    AŞTÎ ÊDÎ NE XEYALEK E   Aştî êdî ne xeyalek e. Aştî êdî ne tenê îxtîmalek e. Aştî êdî ne tenê mijareke ku em li ser nîqaşê dikin e. Êdî ji van wêdetir e. Heke em bixwazin, heke em bikarin bikin, heke em hêzên xwe bikin yek, em dikarin aştiyeke civakî ya mezin pêk bînin.    NE TAWÎZ NE JÎ TESLIMIYET    Weke DEM Partiyê em bang li her kesî dikin ku tiştên xwe yên jiberkirî êdî bidin aliyekî. Em dixwazin ku her kes li gorî cidiyeta vê firsendê tevbigere. Ev pêvajo ne tawîz e ne jî teslimiyet e, ne têkbirin e ne jî têkçûn e. Ev pêvajo, pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk e.    PÊDIVIYA ME BI LEZÊ HEYE   Hewcehî bi tirsê nîne lê pêdiviya me bi lezê heye. Ji ber ku pêvajoyên wiha di heman demê de şikestinan jî di xwe de dihewînin. Ji bo ku wiha nebe jî divê em bi lez û bez bi hiqûqê xurt bikin. Divê em vê pêvajoyê biparêzin.    DIVÊ OCALAN BI AWAYEKÎ ÇALAK TEV LI BIBE    Birêz Ocalan niha di mercên tecrîdê de ye. Hûn niha nikarin pirsên xwe jê bikin. Pêwendiyên yekser ên pê re tune ne. Me gelek caran got ku divê ev merc biguherin. Divê mercên xebateke azad bên avakirin û bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigire. Hêvîdarin ev yek di demên pêş de pêk bê. Her wiha bersiva pirsên têkildarî Qendîlê bi me re nînin. Ji bilî biryarên bi raya giştî re hatine parvekirin, haya me ji kitekitan nîne. Her wiha, têkildarî nexşerêya me jî ji bilî agahiyên min niha parve kirine, tu tiştekî nû nîne.”