Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt 2025-04-18 10:25:46   STENBOL - Birayê Sirri Sureyya Onder, Alî Onder diyar kir ku Onder hewl daye destê keça xwe bigire û got: “Ji hêla encamên laboratuarê ve guhertinên erênî yên bijîşk jî dibînin hene.”    Endamê Şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, di şeva 15’ê Nîsanê saet derdora 22.00’ê de ji ber firehbûna aortê krîza dil derbas kir. Tedawiya Onder a li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê didome.    Birayê Onder, Alî Onder ku ji roja ewil heta niha li nexweşxaneyê ye, têkildarî rewşa kekê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘ALIYÊN ERÊNÎ HENE’   Alî Onder, diyar kir ku ji ber nîqaşên ser pêvajoya nû Onder gelek mijûl bû û nêzî sê meh in nekariye pê re hevdîtinê bike. Onder, da zanîn ku duh bi şev çûye beşa lênihêrîn awarte û serdana kekê xwe kiriye. Onder, got: “Piştî emeliyatê birin beşa lênihêrîna awarte. Ji wê demê ve bi giştî rewşekî neyînî tune ye. Her çend nuanseke ber bi başiyê ve jî be, cudahî hene. Ji hêla encamên laboratuarê ve guhertinên bijîşk erênî dibînin hene. Hêviya me ew e ku ev tablo baştir bibe.”    ‘HEWL DA BI DESTÊ KEÇA XWE BIGIRE’   Onder, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dema biraziya min bi bavê xwe re hevdîtin kirî, kekê min hereket kiriye. Her çend kêm jî be ji bo biraziya min hewl daye. Hewl daye bi destê wê bigire an jî şidîne...”    ‘KESÊN JI GELEK DERDORÊN CUDA HATIN SERDANÊ’    Bi domdarî Onder got ku ji bo kekê wî gelek kes li wan geriyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê dê bibêjî qey partiya dinyayê an jî malbata dinyayê heye. Gelek kesên ji derdorên cuda yên civakî, siyasî û çandî, ji gelek bajar û herêmên cuda, gelek kesên ez qet nas nakim eleqeyeke pir mezin nîşan dan. Û vê yekê pir baş fêm dikin; ev hêvî, dua pir jidil in. Ji hêla trafîk û veguhestinê de ev nexweşxane li cihê herî herî cuda ya Stenbolê ye. Lê tevî vê jî gelek kes hatin vê derê. Em ji bo tevahiya wan kesên ev eleqeye nîşan dane minetdarin û spasiya wan dikin. Ji ber ku tiştekî em dikin tune ye. Heke kekê min baş bibe, dê bi xêra van hêvî û duayan baş bibe.”    ELEQEYA ERDOGAN   Di berdewamê de Onder da zanîn ku piştî bihîstina bûyerê, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî tiştên divê bên kirin “ferman” daye û got: “Waliyê Stenbolê bi me re eleqedar bû. Biqasî ku neyê hişê mirov eleqeyeke zêde ji derdorên siyasî heye. Hêvî û duayên wan me gelek keyfxweş dikin. Tişta ku em dixwazin li welatê me hebe, tişta ku divê li vî welatî hebe, ev e. Dibe ku nêrînên siyasî cuda bin, lê her kes dikare li ser zemînekî keyfxweş bibe, bê gel hev, bi hev re bijî û bi hev re hez bike. Divê mirov xwe ji vê nede paş.”    Alî Onder, axaftina xwe wiha qedand: “Ez ji hemû kesên di vê pêvajoyê de piştgirî dane, telefon vekirine, hewl dane xwe bigihînin me û hemû heval û gelên me minetdar im û spasiya wan dikim. Yek bi yek spasiya tevan dikim. Wekî min got, heke kekê min baş bibe, ev yek dê bi xêra hêviyên baş û duayan bibe.”    MA / Omer Îbrahîmoglû