MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin 2025-03-14 14:06:34 NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê ragihand ku ew danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî ya Şamê red dikin û got: “Divê destûr belavkirina desthilatê bi awayekî adilane mîsoger bike, azadiya xebata siyasî biparêze, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike.” Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî ya Şamê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    MSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:    “Em Meclisa Sûriyeya Demokratîk danezana destûrî ya ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye pêşkêşkirin, red dikin. Me di daxuyaniya xwe ya 26’ê Sibata 2025’an de gotibû ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ di aliyê temsîla pêkhateyên civakî yan tevgerên siyasî de ne şefaf bû. MSD careke din piştrast dike ku hemû gavên ku li ser encamên vê kongreyê tên avêtin, dê di çareseriya pirsgirêka niştimanî de kêm bimînin.   Ev reşnivîs, bi şeklekî nû despotîzmê ji nû ve hildiberîne, rêveberiya navendî çêdike, rayeyên mutleq dide desthilatê, lê xebata siyasî asteng dike û avakirina partiyan dicemidîne, rêgeha ber bi demokrasiyê ve betal dike. Di heman demê de reşnivîs mekanîzmayên diyar ên edaleta pêvajoya derbasbûnê paşguh dike û aloziya nîştimanî kûrtir dike.   Em hewldanên ji nû ve hilberandina dîktatoriyê ya di bin perdeya ’pêvajoya derbasbûnê’ de bi tundî red dikin. Em teqez dikin ku divê danezana destûrî encamên lihevkirina rasteqîn a nîştimanî be, ne projeyek be ku ji aliyekî tenê ve were ferzkirin. Li ser vê yekê em banga ji nû ve sazkirina danezanê dikin. Divê destûr belavkirina desthilatê bi awayekî adilane mîsoger bike, azadiya xebata siyasî biparêze, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike. Divê pergaleke nenavnedî ya demokratîk esas bê girtin û ji bo pêkanîna edaleta pêvajoya derbasbûnê jî mekanîzmayên zelal bêne danîn.   Sûriye welatê hemû zarokên wê ye. Em ji nû ve avakirina sîstema despotîzmê qebûl nakin."